Kalkan: Dema xweparastinê temam bû, pêvajoya êrîşa taktîkî destpê kir

Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, AKP li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd têk çûye û got, "Dem ew dem e; bi êrîşên taktîkî ve derb li AKP'ê bê xistin, faşîzm ji hev bê xistin û serketin bê bidestxistin."

Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, AKP li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd têk çûye û got, "Dem ew dem e; bi êrîşên taktîkî ve derb li AKP'ê bê xistin, faşîzm ji hev bê xistin û serketin bê bidestxistin."

Kalkan di destpêka axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku li Îmraliyê polîtîkayeke dîlgirtinê tê meşandin.

Kalkan got, "Hikûmeta AKP'ê û dewleta TC, çawa ku hemû rêbazan bi kar tîne, şîdet û terorê weke amûreke têkoşîna siyasî bi kar tîne, dîlgirtinê jî weke rêbazekê bi kar tîne. Dîlgirtin sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji rêbaza dîlgirtinê re teror û şîdet tê gotin. Pênaseya terorîst a herî zelal, ji bo yên polîtîkaya dîlgirtinê dimeşînin, tê bikaranîn."

LI HEMBERÎ GELÊ KURD POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ TÊ MEŞANDIN

Kalkan da xuyakirin, ku taybetmendiyên bingehîn ên qirkirina li ser gelê Kurd tê ferzkirin, di pêkanînên li Îmraliyê de tên dîtin û got, "Ev pêkanîn ne tenê li hemberî Rêber Apo ye. Nîşaneya qirkirina gelê Kurd e." Kalkan diyar kir, ya li Îmraliyê tê kirin sûc e û anî ziman, eger ev yek li sîstemeke demokratîk a cîhanê rû bida, wê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ji sedî sed li dadgehên navneteweyî bihatina darizandin."

KES NIZANE LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME

Kalkan bibîr xist, ku ev 5 sal in parêzer, 13 meh in jî malbat û parêzer nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û ev hişyarî da, "Kes nizane li Îmraliyê çi diqewime. Lê belê yên ku Îmraliyê bi rê ve dibin divê zanibin, berpirsyarî li ser milê wan e. Wê qat bi qat hesabê karên xwe yên neyînî bidin. Lewma divê kes zêdegaviyê neke, helwesteke rast nîşan bide. Nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li azadiya gelê Kurd e, nêzîkatiya li aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ye. Bi vê wesîleyê dixwazim careke din dubare bikim: Eger li vî welatî wê aştiyek di navbera Kurd û Tirkan de pêk were, yekane kesê vê pêk bîne Rêber Apo ye."

FAŞÎZMA AKP'Ê BI SER NEKETIYE

Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan der barê berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de ev nirxandin kir:

"Faşîzma AKP'ê di dema xwe ya herî xurt de hemû derfetên xwe seferber kir, lê tevî vê jî jê nehat bi ser keve. Lê niha şert û merc guherî ne. Êdî derfetên Kurdan zêdetir in. Bi hatina biharê re bûye xwedî derfeteke serketinê û niha xeteke bi vî rengî dimeşîne. Em niha di qonaxa bicihanîna vê xetê de ne. Êdî wê bi tenê berxwedana li bajaran nebe, wê têkoşîn li çiyê, deşt û bajaran bidome. Wê ne tenê berxwedana xweparastinê be, gerîla, gel, siyaseta demokratîk, raya giştî ya demokratîk, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê wê bi hev re li ber xwe bidin. Berxwedanên xwerêveberiya demokratîk derbasî wê qonaxê bûne ku wê bi rengekî topyekûn li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin û bi ser kevin. Êdî dema berxwedana li eniyekê qediya ye. Têkoşîna Xweseriya Demokratîk li her qadê derbasî qonaxa berxwedana topyekûn dibe. Êdî wê ne tenê li hemberî êrîşan parastin bê kirin, pozîsyona êrîşa taktîk destpê dike. Têkoşîna li qadekê derbasî asta têkoşîna li hemû qadan dibe. Gerîla, xweparastin, serhildan û siyaeta demokratîk hemû dibin yek û ji bo êrîşkariya faşîzmê bisekinînin û dîktatoriya faşîst hilweşînin vediguherin hêzeke mezin a têkoşînê. Faşîzma AKP'ê çi dike bila bike, wê nikaribe li pêşiya serketina vê qonaxê bibe asteng. Wê nikaribe pêşî li serketina pêngava mezin a şoreşa xweseriya demokratîk bigire.

PÊNGAVA SERKETINÊ NÊZ E

Lewma têkoşînên xwerêveberiya demokratîk di pêvajoya pêşvebirina pêngava serketinê de ne. Di demeke nêz de ev pêngav ji sedî sed wê bi cih were anîn, faşîzma AKP'ê were têkbirin, şoreşa xweseriya demokratîk a li Kurdistanê wê bi serketinê ve bê tacîdarkirin. Li ser vê bingehê wê armanca Kurdistan azad û Tirkiyeya demokratîk were bi ser xistin."

PÊWÎSTÎ BI GUHERTINEKE CIDÎ YA TAKTÎKÊ HEYE

Kalkan ji bo rê û rêbazên têkoşîna ji niha û pê ve ev nirxandin kir:

"Pêwîstî bi guhertineke cidî ya taktîkê heye. Bêguhan di demsala zivistanê de ya ku bi her awayî êrîş kir, dîktatoriya AKP'ê ya faşîst bû. Ji bilî ço, kolandina xendekan û danîna bendan ti çareyeke din a çek û xortên Kurd ji bo xweparastinê nemabû. Kesî bawer nedikir ku di vê astê de wê berxwedanek bê nîşandan. Di serî de AKP ne li benda tiştekî bi vî rengî bû. Ya ku kesî jê bawer nedikir, nedihat hişê kesî, ji aliyê ciwanên Kurd ve hat bi ser xistin.

Di rewşa heyî de ew pêvajoya parastinê êdî qediya ye. Pêvajoya êrîşa bi taktîk destpê kiriye. Em derbasî parastina aktîf dibin, ya din bi tenê parastin bû. Dem ew dem e, ku bi êrîşa taktîkî derb li AKP'ê were xistin, faşîzma AKP'ê ji hev bê xistin, bê têk birin û serketin were bidestxistin. Lewma beriya her tiştî divê di rêbaz û taktîkê de guhertin were kirin. Berxwedana bi tenê li pişt xendek û bendan serketinê nafirîne. Bi vê berxwedanê ve dikare pêşî li serketina dijmin were girtin. Ji xwe berxwedanên Cizîr û Sûrê planên tasfiye û tinekirinê yên faşîzma AKP'ê pûç kir, têk bir.

AKP WÊ BI ERDÊ RE BIBE YEK

Pêwîste faşîzma AKP'ê li tevahiya Kurdistanê bi erdê re bibe yek û bi vî rengî serketin were bidestxistin. Tayyîp Erdogan got, 'wê bi erdê re bibin yek'. Niha wê AKP bi erdê re bibe yek. Gotin, 'wê di xendekên kolandin e de bên defnkirin'. Wê di demeke nêz de bibînin bê kî wê di wan xendekan de bên defnkirin. Pêwîste hemû hêzên berxwedêr bi vî rengî têbikoşin û bikevin pozîsyona têkoşîna aktîf. Ev yek tê wê wateyê, ku berî li benda êrîşa faşîzmê bisekine, bi êrîşên taktîkî derb li hebûn û saziyên faşîzmê bên xistin, werin tevizandin û tinekirin. Yê ku ev êrîş bi rêxistin kir, meşand û sûcdarê vê yekê ye AKP bi xwe ye. Lewma divê êdî li Kurdistanê hebûna AKP'ê nemîne. Pêwîste li Kurdistanê navê AKP'ê jî nikaribe bê bilêvkirin. Her wiha, li hemberî hêz û saziyên şerê taybet ên li dijî azadiya gelê Kurd derdikevin, di asteke bilind de berxwedan bê meşandin."

Kalkan destnîşan kir, ku ji bilî berxwedanê ti çareya wan nîne û got, "Me di zivistanê de bi berxwedana Cizîr û Sûrê dîtin, ku ya bi ser dixîne berxwedan e. Lewma weke xala destpêkê; divê di têkoşînê de guhertinek bê kirin. Xala duyemîn jî; divê têkoşîn hîn bi lez were meşandin. Girîng e têkoşîn li her qadê bê belavkirin û bi ser were xistin. Divê hemû sazî û gel xwe li ser vê bingehê bi rêxistin bike û têkoşînê mezin bike."

AVÊTINA HDP'Ê JI MECLÎSÊ TÊ WATEYA GIRTINA QADA SIYASETÊ

Li ser mijara rakirina destnedana parlamenteriyê ya li dijî HDP'ê weke hewldaneke tasfiyeyê tê bikaranîn ev nirxandin kir: "Avêtina HDP'yiyan ji meclîsê, girtina wan, êrîşên faşîstî ne. Ev yek tê wê wateyê ku saziya siyasetê bê pûçkirin, dîktatoriya AKP'ê nikaribe bê kontrolkirin. Ji xwe şert û mercên meşandina siyasetê nîne, bi vê yekê ve wê bi temamî ji holê bê rakirin û her tişt bi şer were meşandin. Ji ber vê yekê rakirina destnedanê tê wateya şer, tê wateya êrîşê. Betalkirina parlamenteriya HDP'yiyan sedemeke şer e. Girtina wan şer e, qedandina siyasetê ye û weke xeta yekane hiştina şer e. Lewma divê HDP bi xwe û her kes li hemberî vê li ber xwe bidin. Hemû hêzên şoreşger demokratîk, divê li dijî vê êrîşkariyê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Li ser bingeha siyaseta demokratîk li ber xwe bidin, bi hemû rê û rêbazên meşrû li ber xwe bidin. Di berxwedana li dijî faşîzmê de divê hemû çeper bên bikaranîn."

Kalkan da xuyakirin, ku ev berxwedan ji aliyê gel ve hatiye destpêkirin û got, "Divê bê xurtkirin. Eger destnedan bê rakirin, wekîlên HDP'yî bibin dadgehê û bixwazin wan bigirin, wê demê divê gel bi gotina 'dest nede vîna min' dest bi berxwedaneke berfireh û bi bandor bike."