Jinên ji Wanê: Em sibê li qada Newrozê bin

Jinên ji Wanê dan xuyakirin, ku ew qedexeya AKP'ê nas nakin û ew ê li qada Newrozê bin. Jinan banga tevlîbûnê li gel kirin.

Tevî ku Waliyê Tirk ê li Wanê pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê 'qedexe' kiriye jî, tê payîn Newroz sibe bi coşeke mezin li Wanê were pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo çalakiya sibe ya bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xebatên xwe didomîne. Li navçe û taxên Wanê jî bi rojan e çalakî tên lidarxistin.

'EM Ê SIBÊ LI QADÊ BIN'

Di vê navberê de nerazîbûna li hemberî 'qedexe'ya pîrozbahiyê, dewam dikin. Jinan nerazîbûn nîşanî qedexeyê dan û banga tevlîbûnê kirin. Şukran Şen a li Wanê dijî diyar kir, ew ê sibe kincên xwe yên gelêrî li xwe bike û biçe qada Newrozê. Şen da xuyakirin, ku Newroz ji bo wan ne şahiyek e, Newroz cejneke ku ew daxwazên xwe yên siyasî, çandî û civakî lê bilêv dikin e. Şeng bang li tevahiya gelê Wanê kir ku sibe beşdarî Newrozê bibin.

Zîlan Perîhan jî destnîşan kir, ku pîrozkirina Newrozê mafê wan e û ti kes nikare pêşî li vê bigire. Perîhan got, "Berê gelek caran hewl dan asteng bikin, lê belê ji wan nehat. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin asteng bikink. Ez ê sibê tevî malbata xwe li qada Newrozê bim. Wateya Newrozê ji bo me gelekî cuda ye. Ruhê berxwedanê yê Kawayên Hesinkar e. Em li bendê ne tevahiya gelê Wanê tevlî pîrozbahiyê bibe."

'WEZÎFEYEKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ JINAN'

Umran Kûrt jî da zanîn, ku di vê pêvajoya giran de wezîfeyên girîng dikevin ser milê jinan û got, "Di demeke bi vî rengî dîrokî de divê em hemû berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Newroz wê ji bo me rojeke bi vî rengî be."