Jinan li Kolnê berxwedana li Kurdistanê silav kirin
Jinên Kurdistanî ji bo silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê û balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest bi çalakiya kon kirin.
Jinên Kurdistanî ji bo silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê û balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest bi çalakiya kon kirin.

Çalakiya kon a li Qada Dom a Kolnê ya bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) hat destpêkirin, ji aliyê Meclîsa Jinan a Sara ya Bonn û Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ve tê organîzekirin. Çalakiya ku wê 3 rojan bidome, wê di navbera saet 12.00-20.00’an de bê lidarxistin.
Jinên wêne û dowîz vekirin, belavok li kesên li qadê belav kirin, xwendin û agahdar kirin.
Jinên ku pankartên daxwazên, “Xweseriya Demokratîk” û “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin, dirûşmên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Çalakiya kon a li Qada Dom didome wê roja Çarşemê saet di 20.00’an de bi dawî bibe.