Jinan gerîla Mizgîn spartin axê

Jinan gerîla Mizgîn spartin axê

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan) ku li navçeya Tetwanê tevî 4 gerîlayên HPG'ê de jiyana xwe ji dest dan li Sêrtê bi girseyî ji aliyê jinan ve hate definkirin.

Di 7'ê Gulanê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê pevçûnek qewimî û 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji vana gerîla Şukran Îmaç (Mizgin Garzan) bû. Malbata Îmaç piştî testa DNA'yê zelal bû û şûn de hatin Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin.

Malbatê piştî cenazeyê keça xwe ji Meletiyê wergirtin û anîn Sêrtê li sêriyana Misircê ji aliyê girseyek mezin ve hate pêşwazîkirin. Girsê cenaze bi konvoyek mezin birin Mizgefta Mele Omer a taxa Çakmakê. Bi sedan kesan cenaze danîn ser milê xwe û dirûşmeyên "Şehît namirin" qêriyan. Girseyê piştî wecîbeyên olî darbesta Îmaç li ser milê xwe kirin û bi dirûşimên "Şehîd Namirin" heta Goristana Şêx Musa a Sêrtê meşiyan.

Di merasimê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endam û rêvebereên BDP'ê, Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, endam û wekîlên şaredariyên Dih û Misircê, aktîvîstên Dayikên Aştiyê nûnerên TUHADDER, ÎHD, NÇM, MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Piştî meşê girsê cenaze danîn ser milê wxwe û heta Goristana Şêx Musa a taxa Doganê meşiyan. Girse piştî gihişt ser gorê cenazeyê Îmaç ji aliyê jinan ve hate definkirin. Piştî definkirina cenaze ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.

Hevserokê BDP'ê yê Sêrtê Seracettin Kayran, bang li Enqereyê kir û xwest êdi operasyon bi dawî bibin û dawî li kuştinan bên. Kayran, anî ziman ku tu carî pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser nabe û wiha got: "Pirsgireka kurd ji ber polîtîkayên tundiyê heta îro hatiye. Ji ber polîtîkayên tundî û înakrê em ciwanên xwe defin dikin. Ji bo dawî li tundî û operasyonan bê divê hikûmet bê ser kar û dewlet ji siyaseta kuştin, qirkirin û siyaseta qirêj berde."

Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik jî anî ziman ku ne yekem car e û ne cara dawî ye ku ciwan tên kuştin û wiha got: "Divê berî her tiştî hişmendiya kuştin û mirinê bê guhertin. Tenê daxwazek kurdan heye. Kurd dixwazin wekî mirovên hemû cîhanê xwedî nasname, statu, mafên mirovan bijîn. Em dixwazin êdî ev polîtîkayên kuştinê bi dawî bibin û dawî li kuştinan bê."

Piştî definkirina cenazeyê Îmaç girse heta konê şînê yê gerîla Îbrahim Daşçi (Çiya Koçer) meşiyan û sersaxî ji malbata Îmaç û Daşçi re xwestin.