Ji sivîlên li Geverê banga lezgîn: Em nikarin nefesê bigirin
Sivîlên ji taxên ku tê diyar kirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn li wan digerin û banga "Em nikarin nefesê bigirin."
Sivîlên ji taxên ku tê diyar kirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn li wan digerin û banga "Em nikarin nefesê bigirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan da zanîn ku sivîlên ji taxên ku tê diyar kirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn li wan digerin û banga "Em nikarin nefesê bigirin. Me xilas bikin" dikin. Peyamek ji taxê hatiye jî îdiayên çekên kimyewî piştrast dike: "Gelek sivîl bi kimyasalê mirine, şewitîne. Leşker bi maskeyên gazê û bi tupên oksîjenê digerin. Piraniya sivîlan di malên xwe de şewitîne, nayên nasîn."
Li navçeya Geverê ya Wanê ku tê îdiakirin ku çek û gazên kîmyewî tê bikaranîn, sivîlên ku li taxan dorpêçkirî ne li heyeta HDP'ê ya li bajêr geriyan û alikariya lezgîn xwestin. Der barê mijarê de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan da zanîn agahiyên ku heya niha di nav de sivîl ji 40'î zêdetir kes ji ber gazên jehrî jiyana xwe ji dest dane gihiştiye wan û ew ji jiyana sivîlan bi fikar in.
'30-40 KES BI TEMAMÎ ŞEWITÎNE'
Akdogan anî ziman ku têkîldarî bikaranîna gazên kimyewî bi caran li qeymeqam û walî geriyane lê tu bersiv negirtine û wiha pê de çû: "Bajar 7 roj in di bin bombebaranê de ye. Wesayîtên zirxî ji bo sivîl derkevin anons dikin lê destûr nadin ku sivîl derkevin. Akdogan da zanîn ku ji taxên Eskî Kişla, Mezarlik û Ormanê ku tê diyar kirin çekên kimyewî têne bikaranîn welatî li wan digerin û dibêjin ku ew ji ber gazê nikarin nefesê bigirin. Akdogan wiha berdewam kir: "Em nizanin gazek bi çi rengî bikartînin lê însanên me di rewşek nebaş de ne. Tê gotin ku di navbera 30 û 40 kesan de bi temamî şewitîne. Dayikek ku li me geriya û digiriya ji me re got 'Em nikarin nefesê bigirin. Me xilas bikin, li vir malên me têne şewitandin. Li vir gazek cûda bikartînin.'"
'DIVÊ HERKES BI LEZGÎNÎ JI BO GEVERÊ BIKEVE TEVGERÊ'
Akdogan hişyar kir ku gelê Geverê bi komkujiyek giştî re rû bi rû ye û wiha axivî: "Berpirsyariya wehşeta vê derê ne walî ne qeymeqam ne jî rayedarê leşkerî dikare hilgire. Tu kes nikare hesabê komkujiyek bide. Divê herkes li cihê ku lê ye bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Em bang li hemû sazî û dezgehên Tirkiyeyê û cîhanê dikin. Li cihekî ku mirov têne şewitandin emê çawa bi rehetî serê xwe deynin ser balgîfan. Divê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl çi ji dest were bikin."
LI TAXAN 30 CENAZE HENE
Her wiha welatiyek ku li taxê dimîne der barê rewşa taxan de bi riya telefonê vê peyamê ji ajansa me re şand: "Gelek sivîl bi kimyasalan mirine, şewitîne. Leşker bi maskeyên gazê ne û li pişt wan oksîjen heye. Di bin dûxanê de, piraniya sivîlan li malên xwe şewitîne û heliyane. Yek ji wan jî nayê nasîn. Me heya niha 30 cenaze dîtin. Divê herkes deng bide vê derê, bimeşe."
Hate ragihandin ku operatorên telefonê yên li navçeyê jî hatine birîn. Li Wanê bi dehezaran kes li guh neda biryara qedexeyê ya walitiyê û bi dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" li Xaçerêya 2 Nîsanê dest bi pîrozbahiya cejna berxwedanê Newrozê kirin.
Gelê Wanê guh neda qedexeya Newrozê û bi dehezaran kes li gel hemû dorpêç û astengkirinan bi dirûşme û tilîliyan li Xaçerêya 2 Nîsanê kom bûn. Jin bi kincên xwe yên rengîn, ciwan jî bi şel û şepikan qada Newrozê dagirtin. Piştî ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle hatin qada pîrozbahiyê bi dehezaran kes bi dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" û bi tilîliyan li qadê deng vedan. Li qadê pîrozbahiya Newrozê destpê kir û bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berdewam dike.