Ji Rihayê 127 girtiyên edlî hatin sirgunkirin

Ji Rihayê 127 girtiyên edlî hatin sirgunkirin

Ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa E'yê heta niha 127 girtî û hikumxwariyên edlî hatin surgunkirin. Ji aliyê din hate zanîn ku Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê li girtîgehê lêkolînan dike.

Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa E'yê piştî ku 13 kes jiyana xwe ji dest da şeva din li qawişên zarokan serhildanekî din derket.

Vê sibê 16 jê zarok 42 girtî û hukumxwariyên edlî surgunî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hatin kirin. Hate zanîn ku 85 girtî û hukumxwariyên edlî bi rîngan surgunî girtîgehên li navçeyên derdorê hatin kirin.

Ji aliyê din endamên Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê vê sibê hatine girtîgehê û dest bi lêkolînê kirine. Tê payên ku komîsyon piştî lêkolînan daxuyanî bide.