Ji navenda Mêrdînê piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê

Ji navçeyên navenda Mêrdînê, rêya ku ji Taxa Stasyonê derbasî Qoser a Mêrdînê dibe li çûyin û hatinê hat girtin.

Ji navçeyên navenda Mêrdînê, rêya ku ji Taxa Stasyonê derbasî Qoser a Mêrdînê dibe li çûyin û hatinê hat girtin.

Li Mêrdînê ciwanan, ji bo protestokirina rêveberiya awarte li Taxa Stasyonê ya navçeya Artûklû çalakî li dar xistin. Rêya Qoser a Mêrdînê bi konteynirên çopê û bi lastîkên şewitandî rê li çûyin û hatinê girtin, êrîşên hêzên dewleta Tirk protesto kirin.

WESAYÎT LI PEY HEV DÛR Û DIRÊJ BÛN

Ciwanan bi dirûşman piştgirî dan berxwedana herêmên ku qedexeya kolanan lê didomin. Bi lastîkên li ser rê agir pêxistin, demek dirêj rê li çûyin û hatinê girtin. Li ser rê, rêza dirêj a wesayîtên li pey hev çêbû. Polîsên Tirk jî bi wesayîtên zirxî hatin ser rêya ku li çûyin û hatinê girtî, bi bombeyên gazê êrîş bir ser ciwanan, ciwan jî piştî demekê di nav kolanan de belav bûn.

Rêya di navbera Qoser û Mêrdînê de demek dirêj li çûyin û hatinê hat girtin.