Ji NAV-DEM'ê banga 'hilbijartinê': Dem dema pêngavê ye!

NAV-DEM'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku dengê xwe bi kar bînin. Di daxuyaniyê de bi taybetî ji jin û ciwanan hat xwestin, ku di hefteya dawî de roleke mezin bilîzin.

NAV-DEM'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku dengê xwe bi kar bînin. Di daxuyaniyê de bi taybetî ji jin û ciwanan hat xwestin, ku di hefteya dawî de roleke mezin bilîzin.

Pêkhateyên NAV-DEM'ê yên Bakurê Elmanyayê, civîna xwe ya du mehan carekê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê pêk anîn. Xala bingehîn a rojeva civînê, hilbijartin bû.

'EM HILBIJÊRAN BIBIN SER SINDOQAN; JI AKP'Ê RIZGAR BIBIN'

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya NAV-DEM'ê Leyla Laçîn û Ebûzer Bîlenler piştî civînê daxuyaniyek dan. Laçîn û Bîlenler diyar kirin ku ew rêjeya tevlîbûna gel a li dengdayînê bi hesasiyeteke mezin dinirxînin û di warê tevlîbûnê de ew ê pêngavekê bidin destpêkirin. Laçîn û Bîlenler gotin, "Em xwedî girseyeke rêxistinbûyî ne. Vê girseya rêxistinbûyî di pêvajoya Kobanê û Şengalê de berxwedaneke mûezem nîşan da û xwe gihand raya giştî ya cîhanê. Em hêvîdar in ku di vê pêvajoya hilbijartinê ya krîtîk de wê gelên me xwedî li HDP'ê derkevin û ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên aştî, azadî û demokrasiyê yên li Enqereyê hatin qetilkirin, pêngavekê bidin destpêkirin."

Di daxuyaniyê de, ji bo rizgarbûna gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji AKP'ê, bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê û hat gotin, "Em nikarin destûrê bidin ku AKP, erdnîgariya me ya qedîm veguherîne xirbeyekî". Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên endam hat kirin ku bi hemû hêza xwe, di hefteya dawî de hilbijêran bibin ser sindoqan û dengê bidin HDP'ê.

'DIVÊ JIN Û ZAROK DI HEFTEYA DAWÎ DE ROLÊ BILÎZIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "HDP, yekane alternatîf e ku gel, bawerî bi cihêrengiya xwe dikare bibe xwedî biryara jiyanê. Ji ber vê yekê, bêyî li benda wezîfedarên hilbijartinê bisekine divê gel bi xwe xwe bi rê ve bibe û tevlî hilbijartinê bibe. Serketina HDP'ê ji aliyê moralê civakî ve gelekî girîng e. HDP, li hemberî tarîtiya bi destê AKP'ê hatiye afirandin, ronahiya azadiyê ye. Bi taybetî em hêvîdar in ku jin û ciwan wê di vê hefteya dawî de roleke mezin bilîzin."