Ji Malbatên Roboskiyan li dijî girtina wekîlên HDP’ê bertek

Malbatên Roboskiyan, di hefteya 254’emîn de hatin gel hev, daxwaza kirin ku berpirsên xizmên wan ên ku ji aliyê balafirên şer ve hatibûn qetilkirin diyar bibin û bên darezandin.

Li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê malbatên 34 ciwanên ku di 28’ê Kanûna 2011’na de ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, di hefteya 254’emîn de li ‘Şehîdgeha Roboskiyê’ kom bûn daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Malbatên ku gorên zarokên xwe ziyaret kirin, dua kirin.

Piştî ziyareta li goristanê û şûn de Serokê Komeleya Roboskî-Der Velî Encû daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd ji salên 90’î derbas kirye û wiha got: 28’ê Kanûnê 34 ciwanên me ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin û di dema vê destihilatdariyê de pêk hat û hê jî berpirsyarên qetlîamê nehatine diyarkirin. “

Encû bi bîr xist ku şeva 4’ê Mijdarê di operasyoan ku hate lidarxistin de Hevserokên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi dehan parlementer hatin binçavkirin û girtin. Encû destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi girtina Ferhat Encû yê HDP’yî malbatên Roboskiyê ceza dike.

Herî dawî Encû wiha anî ziman: “Dewlet hemû rê û rêbazên hiqûqî li malbatên Roboskiyan girt ku doz bi encam nebe. Herî dawî jî doz ji aliyê Distûra Bingehîn ve jî hate redkirin. Bi saya hewldanên Birêz Ferhat Encû doza malbatên Roboskiya gihad Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Erhat Encû diyar kiribû ku dev ji vê doze bernade heta ku berpirs bê diyarkirin û bê darezandin. Malbatên Roboskî û nûnerê wan Ferhat Encû heta niha li dijî hemû bêmafî û hiqûqiyê bertek daniye û wê ji niha û şûn de jî dewam bike. Di rewşa niha de her çendî êrîş û zext hebin jî Roboskî û Ferhat Encû dev ji têkoşîna xwe bernade û bila ti gomana kesê ji vê nebe.”