Ji Kobanê heta Cizîrê lêgerînerê azadiyê...
Mûrat Tûnç (Ehmed Repo) yê ku li jêrzemîneke wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin, di destpêkê de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dûre li Silopiya û Cizîrê li dijî çeteyên AKP'ê têkoşiya.
Mûrat Tûnç (Ehmed Repo) yê ku li jêrzemîneke wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin, di destpêkê de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dûre li Silopiya û Cizîrê li dijî çeteyên AKP'ê têkoşiya.
Mûrat Tûnç (Ehmed Repo) yê ku li jêrzemîneke wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin, di destpêkê de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dûre li Silopiya û Cizîrê li dijî çeteyên AKP'ê têkoşiya.
Yek ji kesên li Cizîra berxwedêr di jêrzemînên wehşetê de jiyana xwe ji dest da Mûrat Tûnç e. Çîroka Tûnç beriya ji dayikbûnê destpê dike. Malbata Tûnç li gundê Omyanîs yê girêdarî navçeya Berwarî a Sêrtê dijîn û piştî salên 1990’î tevî gundiyên xwe malên wan tên şewitandin û ew jî berê xwe didin Şirnexê. Piştî hatina Şirnexê Mûrat Tûnç ji dayik dibe û bavê wî dixwaze navê Şiyar lê bike lê ev nav ji aliyê dewletê ve nayê qebûlkirin. Rû bi rûmayîna Mûrat û dewletê piştî xerabkirina gund bi vê yekê pêk tê. Malbat piştî li Şirnexê bi cih dibe dev ji çand û nirxên xwe bernade. Wê demê malbat ji bo ku li televîzyona kurdî Roj TV binêre dikeve nava hewldanan û zarokên xwe jî bi çanda ku ev televîzyon belav dike mezin dike. Tê gotin ku Mûrat Tûnç jî gelekî li temaşekirina televîzyona Kurdî hez dikir.
Malbata Tûnç piştî xizmên wan û fermandarekî kevn ê PKK’ê Ehmed Repo jiyana xwe ji dest dide wêneyê wî li mala xwe dadiliqîne. Ev wêne di jiyana Mûrat Tûnç de dibe veguherandinekî ku tê de cihgirtina di berxwedana ji Kobanê heta Silopya û Cizîrê. Tûnç piştî tevlî nava refan dibe navê xizmê xwe û fermandarekî PKK’ê Ehmed Repo li xwe dike û dikeve nava lêgerîna azadiyê. Her wiha tê gotin ku Tûnç berxwedana xwe ya ewil jî li çiyayê Cûdî yê ku Ehmed Repo lê fermandarî kiriye daye.
'EZ JÎ YEK JI WAN GERÎLAYAN IM'
Dayik Mûrat Tûnç Narîn Tûnç behsa kurê xwe dike lê ne bi navê ku wê lê kiriye, bi navê ku kurê wê li xwe kiriye. Narîn Tûnç anî ziman ku Mûrat gelekî ji hevalên xwe hez dikir û wiha axivî: “Her dem digot ‘Hevalên min wekî birayên min in. Ji mirovan û malbata xwe pir hez dikir. Ji sibehê heta êvarî nûçe dişopand. Her dem behsa gerîlayan dikir û digot ‘Dayê ma ew ne zarokên hin kesan e? Ez jî yek ji wan im û ez ê jî herim’. Herdem digot ‘Dayê xwezî min gundê xwe bidîta. Ka ji min re behsa gundê me bike’ min jî hemî yek bi yek jê re digot.”
BERXWEDANÊN KOBANÊ, SILOPIYA Û CIZÎRÊ
Tûnç diyar kir ku kurê wê gelekî ji tevgera azadiya kurdan hez dikir û got: “Her dem digot ‘Ez ê heyfa ap û xalê xwe hilînim’ Ap û xalê wî beriya salan di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ewil em pê hesiyan ku çiyayê Cudî ye û piştre caridin em pê hesiyan ku di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtiye. Herî dawî jî hin xizmên me ew li Silopiyayê dîtibûn û li Cizîrê jî jiyana xwe ji dest da."
Bavê Murat Tûnç, Ahmet Tûnç jî êrîşên ku dewletê li gundê wan li dijî şêniyên gund pêk aniye bibîrxist û ev tişt got: “Kurê min pir jêhatî bû. Di dibistanê de jî gelekî jêhatî bû û sala ku wê biçana zanîngehê tevlî nava refan bû. Kurê min ji pismamê xwe Ehmed Repo pir bi bandor bû. Li wêneyê wî yê li mala me daliqandî dinerî û pirsa bexwedana wî dikir. Rojekê nehat malê û piştre em li nameya wî ya li pey xwe hiştibu rast hatin. Di peyama xwe de wiha gotibu: ‘Bi xatirê we. Min sozek daye û divê ez soza xwe bînim cih’"
‘BI XATIRÊ WE’
Tûnç diyar kir ku ew pê hisiyane ku kurê wan ewil çûye çiyayê Cudî û piştre derbasî Kobanê bûye û wiha got: “Di berxwedana Kobanê de 3 mehan cihê xwe digire û piştre birîndar dibe û vedigere Bakurê Kurdistanê. Piştre li Silopiya û herî dawî jî li Cizîrê li ber xwe da. Kurê min di jêrzemîna wehşetê ya 3. de jiyana xwe ji dest. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide rojekê derengê şevê telefona min lê da. Min telefon vekir û ji dengê wî min ew nas kir. Di telefonê de got ku ‘Bavo hevalên me şewitandin û qetilkirin. Wê me jî qetil bikin. Bi xatirê we. Em bi kurê xwe serbilind in."