Ji Însiyatifa Gel banga tevlîbûna meşa li Şirnexê

Însiyatifa Gel a Şirnexê ji bo meşa sibehê a li Şirnexê wê di saet 13:30’an de destpêbike, banga tevlîbûna girseyî hat kirin.

Însiyatifa Gel a Şirnexê ji bo meşa sibehê a li Şirnexê wê di saet 13:30’an de destpêbike, banga tevlîbûna girseyî hat kirin. 
Însyatîfa Gal a Şirnexê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li hember terora dewleta Tirk û êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP’ê bang li hemû gelê li Kurdistanê kir ku bi ruhê xwerêveberiyê li her herêmê berxwedana xwe bidomînin.

Di daxuyaniya Însyatîfa Gel a Şirnexê de hat destnîşankirin ku heta faşîzma dewleta Tirk ji ser axa Kurdistanê dernekeve, wê berxwedana bi heybet bidome. Însyatîfa Gel a Şirnexê wiha got: “Gelê Kurd cenazeyê dayika Taybet a ku 7 rojan li erdê mayî ji bîr nake û wê ji bo tolhildanê Kurdistanek azad ava bike. Ji ber vê li Cizîr, Silopiya û deverên din ê xwerêveberî lê heyî, xwedî lê derdikevin û her roj li qadan in. Em wek gelê Şirnexê bi taybet ji bo Cizîr û Silopiyayê banga tevlîbûna meşa sibehê saet 13.30’an li gelê xwe dikin.”