Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Garzanê, li dijî êrîşên hikûmeta darbeyê û ji bo xwedîderketina mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, banga xurtkirina serhildanê kir. Însiyatîfê xwest roja Sêşemê li Êlih û Bedlîsê jiyan were sekinandin.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Şerê topyekûn ê dewleta AKP'ê ya faşîst, mêtînger û dagirker, bi mehane li dijî gelê Kurd didome. Li dijî vê hovîtî û barbariyê, berxwedana rûmetê jî mezin dibe. Gelê me di vê berxwedana mezin de zarokên xwe yên fedekar ji dest dide. Li Qoserê milîtaneke jin a leheng a gelê me tevlî karwanê fedaiyan bû. Heman rojê li Kerboranê, fermandar Rêzan û sê hevalên wî gihaştin şehadetê. Hînê li pêş çavên me ne, ku cenazeyê dayika me Taybet hefteyekê li naverastê hat hiştin. Divê gelê me dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi awayekî herî bi rûmet nîşan bide û bi awayekî girseyî tevlî çalakiyên ji bo şehîdên xwe bibe."
Însiyatîfê bang li gelê Êlihê û Bedlîsê kir ku di 29'ê Kanûnê roja Sêşemê de jiyanê bisekinîne, dikanan û wesayîtan venekin û dibistanan boykot bikin. Însiyatîfê bang li her kesî kir ku biherikin qadên çalakiyan û her devera Kurdistanê veguherînin qada serhildanê."