Ji Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Botanê banga mezinkirina serhildanan

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Botanê: Ji bo serketina ezmûna me ya rûmetê, em bang li tevahiya gelê me, bi taybetî jî bang li gelê Botanê dikin ku li her deverê têbikoşin û serhildanan mezin bikin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Botanê: Ji bo serketina ezmûna me ya rûmetê, em bang li tevahiya gelê me, bi taybetî jî bang li gelê Botanê dikin ku li her deverê têbikoşin û serhildanan mezin bikin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Botanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku xaka Kurdistanê di hemû şerên herikîna dîrokê de bûye qada şer û şewatê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kurdên di oxira şeref û rûmetê rastiya gelekî dikare canê xwe feda bike afirandin, di roja îro de nûnertiya nirxên komunal dike. Însiyatîfê diyar kir ku serdestên mêtînger ên li dijî vî gelî, bi navê AKP'ê gelê Kurd qetil dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi derxistina gelê Kurd ji xaka xwe re hewl tê dayîn ev gel hewcedarê pariyek nan û dilopek avê bê hiştin, bi vî rengî bêrûmetî li ser tê ferzkirin û hat gotin, "Qirkirina çandî û fîzîkî ya li Silopiya û Cizîrê tê kirin, vê rastiyê radixe pêş çavan. Ji bo gelê Kurd ax û welat bi qasî hembêza dayikê pîroz e. Qutkirina ji axa xwe, tê wateya qutkirina ji dayikê, ji namûs û şerefê. Li xaka xwe birçî dimîne, lê bi berxwedanê re li hemberî tî û birçîbûnê li ber xwe dide.

AKP BÊRÛMETIYÊ LI SER KURDAN FERZ DIKE

Mêtîngeriya faşîst a AKP'ê dixwaze îro jî derba kuştinê li Kurdan bixe û teslîm bigire. Ji bo mirovên bi rûmet û bi şeref ji cih û warên wan koçber bike, ji aliyekî ve qetil dike, ji aliyê din ve jî avê li ser dibire, mehkûmî birçîbûneke demdirêj dike, malê li ser hildiweşîne, bi argumanên şerê psîkolojîk ê herî namerdî re bi bikaranîna çeka kîmyewî ditirsîne, çend kîsan dide ser piştê û dixe ser rêya koçberiyê, ji bo teslîmgirtinê dixwaze bi çend parîs nan terbiye bike.

EM HER KESÊN KU JI BO BAZIRGANIYÊ DIÇE DERIYÊ SÎNOR Ê XABÛRÊ HIŞYAR DIKIN

Ji aliyekî ve li Cizîr û Silopiyayê li ser bingeha tinekirina topyekûn komkujiyê dike, mirovan mehkûmî birçîbûnê dike, li aliyê din jî deriyê sînor ê Xabûrê yê li vê herêmê mîna ku tiştek nebûye ji bazirganiyê re vedike, bi vî rengî li ser xwîna Kurdan bazirganiyê dike û rûmeta mirovahiyê pêşkêşî bazarê dike. Lewma di nava vê rewşa komkujiyê de kî li van deran bazirganiyê bikin, her wiha hemû şîrket û şexsên li vê qada bazirganiyê bixebitin, ew ê bibin hevparê vê komkujiyê. Em ji vê derê hişyar dikin, her kesê biçe vî deriyê sînor ê mêtîngeriya Tirk ve dike, wê di hedefa me de bin. Ji rewşa biqewime, em ê neberpirsyar bin. Mirovên me yên welatparêz ên li deriyê sînor ê Xabûrê bazirganiyê dikin, divê li pêşberî van komkujiyan nebin temaşeker, li vî deriyê sînor nexebitin, dest ji kar berdin. Di pêvajoyeke ku komkujî diqewime de xebata li vî deriyê sînor tê wateya xiyanetê.

BERXWEDANA CIZÎR, SILOPIYA, SÛR EZMÛNA RÛMETÊ YA KURDAN E

Berxwedana niha li Silopiya, li Cizîr, li Sûrê tê nîşandan, ji bo Kurdan ezmûna rûmetê ye. Gelê Kurd, mîna di demên bihurî de niha jî serî li ber zilma zaliman natewîne û gav bi gav nêzî azadiyê dibe. Lewma têkoşîna gelê me ya mafdar wê bi serketinê re tacîdar bibe.

Li ser vê bingehê ji bo serketina ezmûna me ya rûmetê, em bang li tevahiya gelê me, bi taybetî jî bang li gelê Botanê dikin ku li her deverê têbikoşin û serhildanan mezin bikin."