Şaxa ÎHD'a Amedê der barê binçavkirina leşker û sivîlên ku ji sala 1990'an heta îro de raporek amade kir. Di raporê de daneyên balkêş derketin holê. Di rapora ku cara yekemîn e ewqas berfireh hatiye amadekirin de, tê destnîşankirin ku heta niha 84 peywirdarên ewlehiyê hatine binçavkirin. Karmend, karker, siyasetmedar, turîst û sivîl jî di nav de bi tevahî 244 kes hatine binçavkirin.
Di raporê de bal hatiye kişandin ku bi kesên binçavkirî re li gorî Hevpeymana Şer a Cenevreyê muamele hatiye dîtin. Ji ber rayedarên dewletê ku li hemberî van binçavkirinan bêhistiyar tev digere jî dibe sedema bertekan.
Bi gurbûna pevçûnên demên dawiyê çalakiyên HPG'ê yên binçavkirin û dîlgirtina leşker û kesên têkiliyên xwe bi saziyên dewletê re hene jî zêde bûn. Nemaze di navbêra salên 2011 û 2012'an de kesên ji hêla HPG'ê ve hatine binçavkirin, hê jî di rojevê de ne. 5 leşker, polîsek, qeymeqamek û siyasetmedarek ku di encama çalakiya HPG'ê de hatibûn binçavkirin hê jî serbest nehatine berdan. HPG ku ji sala 1998'an û pê de navber dabû çalakiyên xwe yên binçavkirinê, di salên 2000'î de dîsa berdewam kirin. Lê çalakiyên binçavkirinê yê HPG'ê di sal û nîva dawî de kete rojeva raya giştî. Par, leşker, polîs û qeymeqam jî di nav de peywirdarên dewletê di encama çalakiya lêgerîna rê de hatin binçavkirin.
Bi vê çalakiyê re dîlgirtin û binçavkirinên ji aliyê HPG'ê ve pêk tên dîsa ket rojevê. Di sala 2012'an de çalakiyên navborî hê zêdetir bûn. HPG'ê herî dawiyê 6'ê Hezîranê li navçeya Lîceya Amedê di encama çalakiya kontrolkirina rê de leşkerê bi navê Alî Sapanci ku eslê xwe ji Dîlokê bû û li Erziromê leşkerî dikir, xistin binçavan. HPG'ê di 21'ê Hezîranê de jî li Bedlîsê rê girt, leşkerek û 2 mamoste binçav kirin.
DEWLET ÇALAKIYÊN BINÇAVKIRINÊ NABÎNE
Her çi qasî çalakiyên binçavkirinê di raya giştî de ciheke berfireh girtibin jî rayedarên dewletê wekî di dema êrîşa li hemberî qereqola Oremarê û dîlgirtina 8 leşkeran bêdeng mayî û ji daxuyaniya wekî; "xweziya ew jî miribûna" wêdetir neçû li hemberî çalakiyên demên dawiyê yên binçavkirinê jî bêdeng ma xemsariya xwe diparêze. Vê yekê di nava raya giştî de rê li ber tengezariyê vekir di nava malbatan de jî bêqîmetiya dewlet nîşanî zarokên wan dide careke din raxist li ber çavan
Şaxa ÎHD'a Amedê jî çalakiyên binçavkirinê yên HPG'ê raporek amade kir û binçavkirinên ji salên 1990'an heta niha ji aliyê HPG'ê ve pêk hatine bi raya giştî re parve kir. Di beşa yekemîn a raporê de ku pênaseya êsîran dike, cih daye peymana Cenevre ya li ser dîlên di şerên di navbera neteweyan de. Di rapora ku li ser raporê nirxandineke giştî jî tê kirin de, çalakiyên binçavkirinê yên HPG'ê yên ji sala 1990'an heta îro yek bi yek cih digirin.
ÎHD'Ê DANEYÊN NAYÊN ZANÎN AŞKERA KIR
Li gor daneyên ku ji hêla raya giştî ve nayê zanîn û nebûye mijara nûçe û lêkolînan, di nava 22 salî de 73 çalakiyên binçavkirinê pêk hatiye û di van çalakiyan de 248 kes hatine binçavkirin. Ji van çalakiyan 46'ê wê di navbera 1990-2010'an de, di salên 2011-2012'an de jî 27 çalakî pêk hatine. Hejmara binçavkirina di navbera 1990-2010'an de 160 in. Di navbêra 2011-2012'an de jî 88 kes hatine binçavkirin. Li gor raporê kesên hatine binçavkirin li gor pîşe û peywira wan hatiye katagorîzekirin, wiha ye: Leşker: 60, Polîs: 3, Cerdevan: 22, Karmend: 28, Karker: 60, Siyasetmedar: 11, Tûrîst: 38, Sivîl: 26
LEŞKER ÊSIR, DEWLET XEMSAR E
Li gor raporê, çalakiyên binçavkirinê piranî li hemberî hêzên ewlehiyê hatine kirin. Ji van çalakiyan a yekemîn di 5'ê tebaxê sala 1991'an de pêk hat. HPG'ê bi ser Qereqola Jendermeyan a Samanli ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, 7 leşker binçav kirin. Leşkerên hatibûn binçavkirin piştî 43 rojan ew li Çiyayên Zagrosê gerandin, radestî komeke rojnamevanên ku dixwestin wan bikşînin, kirin û ew serbest berdan. Piştî vê bûyerê çalakiyên li ser hêzên ewlehiyê zêde bûn. Hema bibêje piştî her çalakiyekê yek an jî du leşker dihatin binçavkirin. Ji sala 1991'î ve di 6 çalakiyên pêk hatin de 11 peywirdarên ewlehiyê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin radestî nûnerên Xaçasor (Kizilhaç) ku li Iraqê peywirdar bûn, kirin. Lê bûyera binçavkirinê ya salên 90'î yên herî girîng û ket rojeva raya giştî binçavkirinên di 18'ê tebaxê sala 1993'an de 13 leşker, di 1994'an de Qereqola Bêsosin a Şemzînanê û li çoltera navçeya Qilebana Şirnexê 10 leşker hatin binçavkirin e.
HEWLDANÊN ÎHD Û MAZLUMDER
Di encama van çalakiyên ku demeke dirêj di rojeva raya giştî cih girt de, ji van leşkerên hatibûn binçavkirin nêzî 18 meh li Çiyayên Qendîlê di destê PKK'ê de mabûn. Rayedarên dewletê demek dirêj bêdengiya xwe dom kir û nexwest bikeve rojeva raya giştî. Lê di encama teşebusa malbat û rêxistinên civakî yên sivîl de di 1996'an de dîsa kete rojeva raya giştî. Heyeta ku ji nûnerên ÎHD, MAZLUM DER û hin rêxistinên civakî yên sivîl pêk dihat bi Parlementerê RP Fethullah Erbaş re van 8 leşkeran di 8'ê çileyê sala 1996'an de ji HPG'ê girtin. Dîsa di 9'ê cotmehê sala 2005'an de HPG'ê li Navçeya Hezex a Şirnexê rê birî û polîsê bi navê Hakan Açil binçav kir. HPG'ê piştî 110 roj di 27'ê çileya 2006'an li nêzî navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistana Federal radestî bavê wî Muammer Açil a bi heyheta ÎHD û MAZLUMDER'ê re hatibû kir.
BÛYERA OREMARÊ DI ÇALAKIYÊN BINÇAVKIRINÊ DE MÎLADEK BÛ
Çalakiya ku herî zêde Tirkiyeyê hejand çalakiya 22'yê cotmehê 2007'an a li hemberî Tabûra Oremarê bû. HPG'iyan piştî çalakiyê 8 leşkeran dîl girtin û piştî hewldanên dorhêlên sivîl 8 leşker radestî heyeta ku ji Wezareta Karê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal Haci Mahmut Osman, Serokê Toleransa Navnetewî Kerîm Sîncarî, parlementerên DTP'ê yê hatî girtin Osman Ozçelîk, Aysel Tugluk û Fatma Kurtulan pêk dihat, bi îmzekirina protokolê, kir. 8 leşkerên serbest hatin berdan ji hêla Dozgeriya leşkerî ya Fermandariya Kolordu ya Asayîşa Cenderme ya Wanê hatin darizandin. 8 leşker, bi îdîayên "Suca ku mahiyet û wesfa wê disîplîna leşkerî zêde xirakiriye, delîlên ku bêîtiatiya emrê ku zirarek mezin pêkaniye, hatiye dîtin. Ji ber bê destûr derbasî sînorê welatekê din bûye" di 12 sermawezê de hatin girtin.
Çalakiya dawî jî, di 9'ê Tîrmehê sala 2011'an de li nêzî Navçeya Lîce ya Amedê di navbêra Amed-Çewlikê de bû. HPG'iyan çalakiya kontrola nasnameyan kir. Piştî çalakiyê serdar Abdullah Sopçeler ku di 2. Fermandariya Tugaya Mekanîzma ya Lîcê de peywirdar bû, Çawişê Pispor Zîhnî Koç û Aytekîn Turhan Uz a Karmendê tenduristiyê ku li Navçeya Genç a Çewlikê dixebitî binçav kir. Ji vana Karmendê tenduristiyê Turhan Uz di 16'ê îlonê 2011'an de serbest hat berdan. 2 leşker jî hê di destê HPG'ê de ye. Dîsa di 12'ê tebaxê sala 2011'an de li ser riya navbêra Amed û Mûşê de Qeymakamê nû Kenan Erenoglu, di 9'ê îlonê 2011'an de jî li Navçeya Şax a Wanê polîs Nadîr Ozgen a hatî binçavkirin, Di 1'ê cotmehê 2011'an de li navenda Şirnexê çawişê pispor Kemal Ekîncî, di 6'ê hezîranê 2012'an de li nêzî navçeya Lîceyê ya Amedê leşkerê bi navê Alî Sabanci û ya dawî leşkerê li Bedlîsê hatibûn binçavkirin hê jî di destê HPG'ê de ne.
ÇALAKIYÊN BINÇAVKIRINA TURÎSTAN PIRSGIRÊKA KURD XIST ROJEVÊ
Li gorî daneyên di raporê de, di nav çalakiyên binçavkirinê ya HPG'ê de çalakiyên binçavkirina tûrîstan e. Ya yekem di sala 1991'an de binçavkirina 15 tûrîstên almanî bû û bi vê çalakiyê re raya giştî ya cîhanê berfirehî li ser sekinî. Çalakiyên binçavkirinê yên di salên 90'î de ne tenê ev bûn. Di 31'ê tebaxê sala 1991'an de 5 tûrîstên emerîkî, ingilîzî û avusturyayî, di tebaxa 1993'an de 2 tûrîstên ingilîz, di 24'ê tîrmeha 1993'an de 4 turîstên fransî, di 15 tebaxa 1993'an de 3 tûrîstên alman û Yenî Zelanda yî, 9'ê cotmeha 1993'an de 2 tûrîstên emerîkî û Yenî Zelandayî, di 23 îlon 1996'an de 3 tûrîstên DYA'yî, polonyayî û îranî, di 8'ê tîrmehê sala 2008'an de 3 çiyagerên almanî, ya dawî jî di 2'ê hezîrana 2012'an de tûrîstek ingilizî ji hêla HPG'ê ve hatin binçavkirin.
Ev binçavkirinên ku bi taybetî di welatên ewropa de bandorek mezin kir, pirsgirêka kurd di demek nêz de li hemû welatên cîhanê de bu sedema nîqaşê. Li alê din, piştî HPG'ê hin tûrîstan serbest berdan, ji hêla dewletê ve der heqê wan de doz hate vekirin û ev darizandina wan jî bû sedema nîqaşan. Her çiqas tûrîstan digotin ew ji bo ger û geşta tûrîstî li heremê digeriyan jî, gelek tûrîstên hatibûn binçavkirin bi sixûrtiyê dihatin sûcdar kirin.
Di raporê de, tê dîtin ku karkerên ku di înşeatên leşkerî, bendav, rê û daristanê de dixebitin hatine binçavkirin. Dîsa di 2011'an de binçavkirina 12 mamosteyan çalakiyên li hember karmendên dewletê jî zêde bûn. Her wiha hin caran hemwelatiyên ji ber helwesta wan a li hember HPG'iyan jî tên binçavkirin. Lê di van çalakiyên binçavkirinê de yê herî zêde û girîng binçavkirina siyasetmedaran e. Ya dawî HPG ku Serokê AKP'ê ya Navçeya Qûlpê Veysel Çelîk binçavkiribû, çalakiyên bi vê rengî di salên 90'î de pir zêde tên dîtin. Bi taybetî di sala 1994'an de beriya hilbijartina îdareya taxan eve çalakî pêk hatin. 10 şaredar û serokên bajêr û navçeyên partiyên siyasî ji hêla PKK'ê ve hatin binçavkirin. Di navbêra salên 1993 û 1994'an de Serokê DYP'ê ya Bajarê Dêrsimê Velî Yeşîl, Serokê SHP'ê ya Bajarê Amedê Hayatî Kahraman, Şaredarê Navçeya Tekmanê ya Erziromê Îhsan Gok, Şaredarê Navçeya Xinisê yê SHP'yî Cafer Eren, Şaredarê Karayaziyê yê DYP'yî Celal Şaka, Şaredarê Karaçobanê yê ANAP'î Tacettîn Aslan, Şaredarê Bajaroka Halîlçavûş a girêdayê Navçeya Xinisê yê DYP'yî Kemal Peker, Şaredarê Bajaroka Gokçebag a Sêrtê yê DYP'yî Bedrettîn Çîçek, di 5'ê tebaxê 1998'an de Şaredarê Navçeya Mîksê ya Wanê yê ANAP'î Nacî Orhan, di 27'ê tîrmehê 2005'an de Şaredarê Yayladere ya Çewlikê yê AKP'yî Haşîm Akyurek hatibûn binçavkirin.