Ji HPG’ê li dijî leşkerên zarok kuştin çalakî: 14 leşker hatin kuştin

Ji HPG’ê li dijî leşkerên zarok kuştin çalakî: 14 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir; “Li dijî leşkerên Şaban Aslanê 12 salî qetl kiribûn û zarokek jî birîndar kiribûn di encama çalakiya li dijî wan hate lidarxistin de 3 leşker hate kuştin.” HPG’ê ragihand ku wesayîta li Erziromê zarokek Kurd kuştin jî ji aliyê gerlayan ve hatiye rûxandin. HPG’ê ragihand ku di encamên çalakiyên gerîlayan de herî kêm 14 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyand ku di encama çalakiyên gerîlayan ên li i Şirnex, Erzirom, Wan û Colemergê herî kêm 14 leşker hate kuştin

LI QILABANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 22'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Sînek di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopeterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

WESAYÎTA POLÎSAN A ZAROKÊ KURD KUŞT, HAT RÛXANDIN

HPG’ê diyar kir ku di 23'ê Hezîranê de di saet 17.00'an de li navçeya Gogsiya Erziromê di navbera Gogsiyê û Gundê Kifrê li dijî artêşa “dagirker” a tirk çalakiyek hate lidarxistin û got; “Di 13'ê Hezîranê de li navçeya Goleya Erziromê wesayita akrep a zarokê bi navê Yûsûf Yilan pelçiqandibû û qetl kiribû hatiye rûxandin, 2 leşker jî birîndar bûye. Riya çalakî lê hatiye lidarxistin, heta dotira rojê danê seharê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji hatiye girtin, kuştî û birîndarê xwe jî pişt re bi embûlansa ji herêmê dûr xistiye.”

JI YJA STAR ÇALAKÎ: 2 LEŞKER MIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 23'ê Hezîranê de di saet 20.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Şemanisê derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşker hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.”

JI BO ŞABAN ASLAN ÇALAKÎ

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Di 23'ê Hezîranê de di saet 19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî qereqola sînor a Çil û nihemîn çalakiyek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên Şaban Aslanê 12 salî qetl kiribûn û zarokek jî birîndar kiribûn di encama çalakiya li dijî wan hate lidarxistin de 3 leşker hate kuştin.”

CÎHAZA TERMALÊ HAT RÛXANDIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “23'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin, cîhazeke termalê jî hatiye rûxandin.”

LI QILABAN ÇALAKÎ

HPG’ê got; “Di 23'ê Hezîranê de di saet 13.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî a Arûşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

GUND HATIN BOMBEBARANKIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 23'ê Hezîranê de di navbera saet 10.00-10.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Herêma Mamreşo , Geliyên Avaşîn û Basya yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 24'ê Hezîranê de di navbera saet 00.00-01.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qendîlê dijî Gundê Enzê (Xobyan)ê bi ser Sengeserê, Gundên Bobrîska û Zergelê yên bi ser Vêrtê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

Di 24'ê Hezîranê de di saet 09.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêmên Alantûs, Bazê û Şehîd Qendîl ên bi ser herêmê Oramarê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”