Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand. HPG’ê diyar kir ku di serî de li herêma Behdînan, gelek herêm hatine bombebaran kirin. HPG’ê ragihand ku ti wateya agirbestê nemaye.
HPG di daxuyaniya xwe de got: “Fermandariya Navenda Giştî ya Parastina Gel berî niha diyar kiribû agirbest ji aliyê dewleta Tirk û artêşa wê ve bi awayek yekalî bi dawî bûye.”
Di berdewama daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin: “Şeva 24’ê Tîrmehê saet 23.00’an balafirên şer ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk, Herêma Parastina Medya û di serî de herêma Behdînan bombebaran kirin. Bombebaran bê navber berdewam dike. Roja 25’ê Tîrmehê saet 01.00’an jî Qendîl û Xakûrkê jî hatin bombebaran kirin.”
Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin: “Bi van bombebaranan, ti wateyek agirbestê nemaye. Em ê di demeke kurt de encamên vê bombebaranê ji raya giştî û gelê xwe re ragihînin.