Çalakî û operasyonên gerîlayên HPG’ê yên ji 23’yê tîrmehê ve li navçeya Şemizînanê berdewam dikin. HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li dijî Qeymeqamtiya Şemizînanê 3 leşker hatin kuştin. Her wiha, gerîla li dijî leşkerên dixwazin bikevin herêmê çalakiyên mezin li dar dixin.
Gerîlayên HPG'ê herêmeke berfireh a heta 35 kîlometroyan dikeve nava xaka Bakûrê Kurdistanê xistine bin kontrolê. Heta vê gavê rayedarên Tirk der barê naveroka şerê li vê herêmê de daxuyaniyeke têrker nedane. Lê HPG'ê wekî her roj, bi awayekî rêk û pêk îro jî raya giştî agahdar kir.
3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê Îro, karwanekî wesayîtan ê ji Şemzînanê xwest biçe Rûbarokê danê sibê bû hedefa çalakiya gerîlayan. Ev çalakî, li sêkuça Bêgoza, Salara û Kerkîtê pêk hat û di encamê de 3 serbazên tirk hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî darbe xwar û 2 kamyonên leşkerî yên bi cebilxaneyê barkirî û hatin şewitandin.
Karwanê artêşa tirk ê wesayîtan, di encama çalakiyê de li herêmê asê ma û nekarî pêşde biçe. Piştî vê çalakiyê artêşa tirk herêm bi tank, panzer, helîkopterên kobra û topan bombe kir û şewata ji ber vê bombebaranê destpê kirî dewam dike.
3 ÇALAKIYÊN CIHÊ LI DIJÎ KARWANÊN LEŞKERÎ PÊK HATIN
Navenda Ragehandin-Çapemeniya HPG'ê derbarê şer û çalakiyên doh ên li Şemzînanê de agahî dan. Li gor vê, gerîlayên HPG'ê ji bejahiyê ve doh destûr nedane ku artêşa tirk xwe bilivîne. Agahiyên HPG'ê derbarê şerên doh de dane wiha ne: Doh 3 caran, 3 karwanên serbazî ji 3 aliyan ve, xwestine hêzên artêşê veguhêzin herêma şer lê her sê caran jî ev karwanên serbazî bûn hedefa çalakiyên gerîlayan û darbeyên giran xwarin.
Li gor vê, saet 10 û nîvê sibê, li nêzî gundê Muşê û Kerkîtê, karwanê serbazî yê dixwest biçe rûbarokê, her wiha saet 1'ê nîvro karwanê serbazî yê dixwest ji Rûbarokê bê Şemzînanê û saet 3'ê piştî nîvro jî karwanê serbazî yê dîsa dixwest ji Rûbarokê biçe Şemzînanê li ser hev bûne hedefa çalakiyên gerîlayan.
Di encama van çalakiyên gerîlayan de, gelek kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin. Karwanên serbazî yên bûn hedefa çalakiyan jî neçar man paşde biçin. Piştî van çalakiyan, artêşa tirk ev herêm bi dijwarî bombebaran kirin.”
LI NAVENDA ŞEMIZÎNANÊ ÇALAKÎ
Di vê navberê de şevê dî gerîlayên HPG'ê xwe berdan navenda Şemzînanê. Li gor çavkaniyên herêmî ragehandin, saet 9 û nîvê şevê, gerîlayan bi çekên giran li dijî avahiyên sazî û dezgehên dewletê çalakî pêk anîn. HPG'ê jî ev agahî piştrast kirin û ragehand ku di encama çalakiya li dijî avahiya Qeymeqamiyê de, herî kêm 3 serbazên tirk hatine kuştin.
Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku di heman demê de lojmanên serbazî û avahiyên polîsan jî bûne hedefa gerîlayan. Heman çavkaniyan ragehandin ku piştî çalakiyê yekîneyên taybet xwestine li dijî gerîlayan operasyonê pêk bînin, lê rastî bergiriya gerîlayan hatine û neçar mane ku paşde vekişin.
GERÎLA RÊYA GEVER-ŞEMZÎNANÊ KONTROL KIRIN
Di vê navberê de şevê dî li ser Rêya Gever û Şemzînanê jî kontrola gerîlayan hebû. Li gor agahiyan, gerîlayên HPG'ê, saet 8 û nîvê êvarî, rêya herdû navçeyan birîn, wesayît rawestandin û nasnameyên rêwiyan kontrol kirin. Her wiha gerîayan derbarê qonaxê de jî gel agahdar kirin.