Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê êrîşên hewayî yên piştî çalakiya gerîlayan a li herêma Oremara Colemêrgê pêk hat û di encamê de herî kêm 109 leşker hatin kuştin de daxuyaniyek da û diyar kir ku herêmên Metîna û Zapê hatine bombebarnkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê êrîşa hewayî de ev agahî da; “Di 20'ê Hezîranê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Amediyê li dijî herêmên Dahleşîno, Girê Cûdî û Gundê Derginê yên bi ser Metîna yê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek zeviyên çandî yên gundiyan jî di navbe şewata li herêmê destpêkiriye hÎn jî berdewam dike.
Di 20'ê Hezîranê de di navbera saet 15.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Çelêya Colemergê li dijî Ertûş, Cîloyên biçûk, Garêyên Biçûk û Mezin û Geliyê Ava Zapê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
Di 20'ê Hezîranê de ji saet 15.00 heta 21'ê Hezîranê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Çelêya Colmergê li dijî Ertûş û Cîloyê biçûk ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Di 20'ê Hezîranê de di navbera saetên 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colmergê li herêma Oremarê li dijî Girê Şehîd Rehîme ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Li dijî heman herêmên hemwext bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
LI GEVERÊ ÇALAKÎ
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 19'ê Hezîranê de di saet 21.00'an de li navenda Colemergê li dijî Lojmanên Polîsan, Fermandariya Tumenê û nuqteya polîsan a li ser riya Gever-Şemzînanê ji aliyê “gerîlayên me ve çalakiyeke hemwext hate lidarxistin. Di encama çalakiyên hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”