Ji HPG’ê daxuyaniya der barê çalakiya Dihê de

Ji HPG’ê daxuyaniya der barê çalakiya Dihê de

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê duh der barê çalakiya di 2’yê tebaxê li hemberî qereqola Diha Kevin a navçeya Diha Sêrtê hat pêkanîn de jî agahiyên berfireh da û aşkere kir ku di encama çalakiyê de herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlaya di 2’yê tebaxê li navçeya Dihê ya Sêrtê pêk anîn de agahî da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan de herî kêm 20 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî Qereqola Dihê ya kevn û du girên evlekariya wê digrin ji aliyê gerîlayên me ve êrîşeke berfireh hatiye lidarxistin. Leşkerên dijmin ên di amadekariya operasyoneke berfireh de bûn li avahiyên wan bi bandor êrîş hatiye lidarxistin, zirarên mezin çêbûye û li çar cîhan jî şewat destpêkiriye. Her du girên ewlekariyê dikin ketiye destê gerîlayên me, cihê razanê û xwarinê yên li van giran di encama lêdana gerîlayên me de şewitîne. Li van giran herweha 3 çekên nîv otomatîk ên A4 û Dûrbîneke Nîcon ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Herweha hin alavên leşkerî jî hatiye desteserkirin. Li van giran ên ji aliyê me ve hatiye zelalkirin 20 leşkerên dijmin hatine kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Helîkopterên kobrayan ên xwestine mudaxele bikin di encama lêdana bi bandor a gerîlayên me de naçar maye ji herêmê dûr bikeve.Heweha di van pevçûnan de du rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahdetê. Wê nasnameya du rêhevalên me yê di van pevçûnan de gihîştine şahadetê dema zelal bû ji raya giştî re were eşkerekirin. Piştî çalakiyê dijmin li dijî herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”