Ji HPG'ê agahiyên berfireh ên çalakiya Colemêrgê

Ji HPG'ê agahiyên berfireh ên çalakiya Colemêrgê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê agahiyên berfireh ên der barê çalakiya gerîlayan a li Colemêrgê de aşkere kir. HPG’ê ragihand ku daxuyaniya Serfermandariya Tirk ne rast e û diyar kir ku leşkerên bi pere yên hatine kuştin tên veşartin. HPG’ê diyar kir ku pevçûn li qadek 30-40 km berfireh pêk hatiye û têkiliya hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê bi vê yekê re tune ye. HPG’ê ragihand ku çalakî ji aliyê hêzên gerîla yên li Çiyayê Cîloyê ve pêk hatiye.

HPG’ê got; “Li hemberî hemû hewldanên Rêbertiya me û Tevgera me, hikûmeta AKP’ê biryar daye ku bi tundiyê pirsgirêka Kurd ji holê rabike, êrşîên topyekun ên li Îmraliyê li hemberî Rêbrê Gelê Kurd, di qada siyasî de li hemberî siyasetmedarên Kurd, li kolanan li hemberî gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê nîşaneya berdewam kirina vê şerê berfireh ê bi armanca tunekirinê ye.” HPG’ê ragihand ku gerîlayan li hemberî van êrîşan di 19’ê hezîranê de li Şitazin, Oremar û beşek ji Robarokê li hemberî “endamên artêşa bi pere-taybet” ên ku amadekariya operasyonan dikir, tevgereke şoreşgerî pêk aniye.”

GERÎLAYAN ÇIMA ÇALAKIYEK WIHA LI DAR XISTIN?

HPG’ê got; “Îro li şûna hiqûqa normal, di çarçoveya hiqûq mêtînger de, li gel sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, qirkirina siyasî, pêkanînên faşîzan û komkujiyên li Kurdistanê, tu kesek nikare weke tişteke normal bide nîşandan. Dewleta Tirk bi pêşengiya AKP’ê li aliyekê şerek berfireh dimeşîne, li aliyê din jî hewl dide ku bi munîpolasyon û şerê psîkolojîk weke ku tiştek normal diqewime nîşan bide. Bi vî awayî dixwaze rewatiya vî şerî di asta neteweyî û navneteweyî de nîşan bide. Komkujiyên Roboksî, Girtîgeha Rihayê û îşkenceya li kolanên Kurdistanê yên ji aliyê zîhniyeta nijadperest, cûdakar û despot tên kirin li ber çavên ker hesê ye. “ HPG’ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan, operasyonên siyasî û operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê û got; “Diviyabû hêzên me li hemberî vê yekê tevgereke şoreşgerî pêk bîne. Li hemberî van hemû polîtîkayên komkujî û tunekirinê yên dewleta AKP’ê, dîsa hinek alî dibêjin “PKK’ê çima çalakiya Oremarê pêk anî?”. Ew ên wisa dibêjin an rastiyan nabînin, an jî bi zanebûn rastiyan berûvajî dikin.”

TU ÊRÎŞÊN MÊTÎNGERIYÊ DÊ BÊ BERSIV NABÎNE

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze bi rêya tundiyê tevgera wan tune bike û gelê Kurdistanê teslîm bigire û wiha domand; “Stratejiya wan a sereke ev e. Hemû daxuyaniyên din û hêvîyên ji bo afirandina çareseriyê hemû rêbazên şerê psîkolojîk in û ji bo xizmeta vê stratejiyê tên bikaranîn.” HPG’ê diyar kir ku mafê xweparastinê ya gelê Kurdistanê û gerîlayên Kurdistanê heye got ku mafeke gerdûnî û xwesayî ye.

HPG’ê got; “Yên ku di şer de israr dike ne Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hikûmeta AKP’ê ye. Divê em jî li hemberî êrîşên AKP’ê gelê xwe biparêzin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dê heta dawî hebûn û nirxên gelê Kurdistanê biparêze.” HPG’ê diyar kir ku dê tu êrîşên “mêtîngeriyê” yên li hemberî gel û tevgera azadiya Kurdistanê bê bersiv nemînin.

DAXUYANIYA SERFERMANDARIYA TIRK NE RAST E

HGP’ê der barê çalakiya gerîlayan e jî ev agahî da; “Ev tevgera gerîlayan a 19’ê hezîranê saet di 04.00 de hatiye destpêkirin, bi temamiya rojê berdewam kiriye, pevçûnên dijwar heta dawiya roja 20’ê hezîranê berdewam kirine. Gerîlayên me di çarçoveya planên hatinbûn danîn de di van du rojan de gihiştine hedefa xwe û encamên girîng bi dest xistine. Daxuyaniyên Serfermandariya Artêşa Tirk ên der barê mijarê de ne rast in. Teqez herî kêm 109 leşker hatine kuştin. Serfermandariya Tirk bi zanebûn 2 jê Kurd nasnameya 8 leşkeran aşkere kiriye û bi taybet jî hejmara leşkerên bi pere yên hatine kuştin ji raya giştî veşartiye.

PEVÇÛN DI QADEK 30-40 KM FIREH DE PÊK HAT

HPG’ê diyar kir ku pevçûn li qadek 30-40 km berfireh pêk hatiye û têkiliya hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê bi vê yekê re tune ye. HPG’ê ragihand ku çalakî ji aliyê hêzên gerîla yên li Çiyayê Cîloyê ve pêk hatiye.

HÊZÊN TIRK TENÊ KARÎ LI DU CIHAN LEŞKERAN DAXÎNE

Fermandariya HPG’ê got; “Hêzên artêşa Tirk ku tenê karîn li 2 cihan daxistinê bikin, ketine dorpêça gêrîlayan de, tenê karîn di tarîtiya şevê û bi piştgiriya êrîşa hewayî paş ve biçin û xwe rizgar bikin, her wiha herêmê terk bikin. Hemû girên bilind yên vê herêma berfireh hêj jî di destê gêrîlayan de ne, her wiha li rexmî hemû hewildanan artêşa Tirk ji bejahî ve ev 5 rojin heya niha nekarîne xwe bigehînin Tabûrên Şitazin û Oremarê. Niha tenê dikarin bi rêya hewayî xwe bigehînin Tabûrên Şitazin û Oremarê. Xetên bejahî yên xwe gihandina tabûran hêjan di destê hêzên me de ne.

BOMBEYÊN BI GIRANIYA TONAN AVÊTIN

Artêşa Tirk ev dirêjahiya 5 rojane li rexmî hemû hewildanan nekarîne bandoriyê li ser Cîlo û Çarçelayê bikin, 4 rojan bi sedan car sortîsên balefirên şer û li bejahiyê jî topan êrîşî herêmên Çarçela û Cîlo kirine. Di van êrîşên ku bombeyên bi giraniya tonan bi kar tînin hêjan li hin cihan didomin. Artêşa Tirk ya ku li Oremar û Şitazinê gêj û mêj bûne, bi topbarana li ser hêrêm Gareyê biçûk û yê mezin, bejahiya Çelê weke Ertûşê, Zap, Metîna, Xakurkê, Heftenînê, Avaşîn û Garê dixwaze encamekê bigire.

Ev asta şer ya ku di vê rewşê de belavî herêmek berfireh bûyî, tenê weke ku bi ser qereqolekê de girtine û 8 leşker kuştine, dixwazin ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê veşêrin, ji vê wêdetir tiştek din nîne. Bi taybet çapemeniya Tirk bûye hevkarê vê derewê û weke amûrekê şerê psîkolojîk tevdigere. Ji gel û rayagiştî encamên rastiya şer vedişêrin. Rastî pir cûdatiri n.

ELEQEYA VÊ ÇALAKIYÊ BI HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE TUNE YE, TEVGER JI CÎLO DEST PÊ KIR

Tu eleqeya xwe bi taybet bi hêzên me yên li Başûrê Kurdistanê bi vê çalakiyê re nîne. Tevgera ku destpêkê li Şitazinê dest pê kir, bi rêya hewayî 15 kîlometreyan dûrî sînor e, lê hêzên ku çalakî pêk anîn ji herêma Çiyayê Cîlo ku ji sînor 30-40 km dûr e ketine nava tevgerê. Jixwe di rastiyê de pevçûn ne di nav sînorê Başûrê Kurdistanê ne, herêmên 30-40 km nava sînor de pêkhatiye. Hêzên ku çalakî pêkanîn, hêzên eyaleta Zagrosê ne û niha li cihên xwe ne. Vê yekê Serfermandarê Giştî yê Tirk û hikumeta AKP’ê jî baş dizane, lê belê li rexmî vê jî van rastiyan serûbin dikin û dibêjin gêrîla ji Başûr sînor derbazkirine û çalakî pêkanîne û her wiha dîsa vegeriyane. Vê bêhêziya xwe bi rêbazek wisa qurnaz ji rayagiştî vedişêrin, di heman demê de rastiyan jî serûbin dikin.

Em bang li hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên gelê Kurdistanê dikin, li dijî şerê topyekun û rêbazên şerê psîkolojîk yên hikumeta Tirk, tevlî berxwedana bilindbûyî bibin, hemû ciwanên Kurdistanê tevlî qeleya berxwedanê herêmên gêrîlayan bibin, leşkertiya artêşa Tirk nekin û neçin leşkertiyê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê got; “Di vê tevgera girîng a şoreşgerî de, 14 ewladên leheng ên Kurd bi qehremanî rol û peywira xwe pêk anîn, berxwedaneke mezin nîşan dan û bi lehengî gihiştine şehadetê. Em carek din li beramberê hemû gelê xwe yê Kurdistanê soz didin ku; Em ê bîranîna van lehengên me bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê re bidin jiyandin. Giyanê wan ê mezin ê fedayî mizgîniya serkeftina têkoşînê ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dê bi ruhê wan ê fedayî bigihe serkeftinê.”