Girtiyên Girtîgehan ên Tîpa L ya Alanyayê bi nameyekê diyar kirin ku, li girtîgehê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û mafê wan yê telefon û ragihandinê tê astengkirin. Girtiyan diyar kirin ku, hemû daxwaznameyên wan bê encam dimînin û dê li hemebrî vê yekê çalakiya derneketina hevdîtin û telefonê pêk bînin. Girtiyan banga histiyariyê kir û xwest her kes bi histiyar tev bigerin.
Girtiyên Girtîgehan ên Tîpa L ya Alanyayê derbarê binpêkirina mafên xwe de ji TUHAD-FED'ê re nameyek şandin. Girtiyan diyar kirin ku, li girtîgehê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Girtiyan di nameya ku ji TUHAD-FED'ê re şandin de diyar kirin ku, pêkanînên li ser wan tên meşandin ji yên serdema 12'ê Îlonê ya darbeya leşkerî hêj girantirin. Girtiyan anîn ziman ku, wan heta niha derbarê pirsgirêkên girtîgehê de name û faks ji Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsê, Komîteya Şopandina Parastin û Şopandina Mafên Mirovan û rayedarên din re şandine, lê bê bersîv mane.
Girtiyan anin ziman ku, ger daxwazên wan li ber çavan nayên girtin û ev pêkanîn bidomin dê dest bi çalakiya derneketina telefon û hevdîtinan bikin.
Girtiyan destnîşan kir ku, midûrên girtîgehê Huseyin Hisla, Hasan Dalser û sergardiyan Ahmet Pevircive, bi keyfi nêzî wan dibin û mafê wan binpê dikin. Girtiyan aşkera kir ku, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem heyetek çêkirin û bi wan re hevdîtin pêk anîn, lê dîsa tiştek nehat guhertin.
Girtiyan di nameya xwe de diyarkirin ku, Parlementerê BDP'ê Halil Aksoy jî hat û li rexmî li gel rayedarên girtîgehê hevdîtin pêk anîn jî dîsa tu guhertin pêk nehat û wiha gotin: "Ev pêkanîn bi agahî û plana Wezîrê Dadê pêk tê. Hevalên me Aslan, Recep Matur û Halil Înan bêyî daxwaza wan ji nava me girtin û birin beşek din. Mafê me yê civakî û çandî ji destê me tê girtin. Me perçe dikin û dişînin hevditinan. Alavên me yên taybet nadin me. Ev pêkanîn ji yên kampa naziyan xirabtirin.