Ji Geverê peyama dawî: Herkes ji ber kîmyasalê bi mirinê re şer dike

Li Geverê ku tê îdiakirin nêzî 40 kes bi gazên kimyewî hatine qetilkirin welatiyek ji taxên ku komkujî tê kirin bi vê peyamê banga alîkariya lezgîn kir.

Li Geverê ku tê îdiakirin nêzî 40 kes bi gazên kimyewî hatine qetilkirin welatiyek ji taxên ku komkujî tê kirin bi vê peyamê banga alîkariya lezgîn kir: "Banga lezgîn bikin. Herkes ji ber kimyasalê bi mirinê re şer dike. Ev peyama me ya dawî ye. Bila herkes li xwe baş binêre."

Li Geverê ku di bin êrîşên tevkujiyê de ye û tê îdiakirin nêzî 40 kesan bi gazên kimyewî hatine qetil kirin, li hemberî taxên Eskî Kişla, Mezarlik û Ormanê êrîş ji nû ve destpê kir. Ji ber ku ji Fermandariya Alay a Navçeyê û Tabûra Efeyan topbarana giran tê kirin bi welatiyên ku li taxan in têkilî qut bûne. Her wiha bi taybet li van taxan xetên operatorên telefonan qut dibe. Dayikek ji taxa Dizê ku me xwe gihand da zanîn ku bi kurê xwe yê ku li taxa Ormanê ye axiviye û kurê wê piştrast kiriye ku gazên kimyewî avêtine taxan. Dayik anî ziman ku kurê wê jê re gotiye "Em nikarin bêhnê bistînin. Zêde kîmyasal avêtine aliyê Kişlayê."

'EV PEYAMA ME YA DAWÎ YE'

Welatiyek ji taxê ku me xwe gihand jî vê peyamê ji me re şand: "Banga lezgîn bikin. Herkes ji ber kîmyasalê bi mirinê re şer dike. Ev peyama me ya dawî ye. Bila herkes li xwe baş binêre." Piştî vê hevdîtinê bi çavkaniyên nûçeyan ên li taxê re peywendî bi temamî qut bû.

LI NAVÇEYÊ PEVÇÛNÊN GIRAN DIQEWIMIN

Her wiha di saetên êvarê de ji Tabura Efeyan û Fermandariya Alayê ya Navçeyê li hemberî Zagros, Gungor, Orman, Mezarlik û Eski Kişlayê bi topên hawanê û obusan topbaran ji nû ve destpê kiriye. Ji gelek noqteyên navçeyê dengê pevçûnên giran bilind dibe û ji gelek cihan dûxan bilind dibe. Di navbera navenda sûkê û rêgeha Şemzînanê de jî tevgera ambulansan heye.