Ji gerîlayên HPG û TÎKKO’yê çalakiya hevpar

Ji gerîlayên HPG û TÎKKO’yê çalakiya hevpar

HPG’ê derbarê operasyon û çalakiyên gerîlayan ên li Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragehand ku li Dêrsimê gerîlayên wan tevî gerîlayên TÎKKO’yê çalakiyek li dar xistine.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayên HPG’ê tevî gerîlayên TÎKKO’yê di 22’ê hezîranê saet di 15.00 de li navçeya Xozata Dêrsimê li dijî nizamiyeya qereqola Amûtkayê çalakiyeke hevpar li dar xistine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemjara kuştî û birîndarên artêşa Tirk ji aliyê wan ve nehatiye zelakirin û artêşa Tirk bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê biriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve li derdora qereqolê hatiye destpêkirin berdewam dike.

12 SAETAN KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayan li ser agahiyeke îstîxbaratî di 21’ê hezîranê saet di 20.00 de li ser rêya Bedlîs-Amedê rê kontrol kirine û diyar kir ku di dema kontrolkirina rê de wesayîtek kontrayana gule li gerîlayan reşandine.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Gerîlayên me kontrayek di wesayîtê de kuştine û kontrayek din jî birîndar kirine” û ragihand ku gerîlayan makîneyek kar a dewletê jî şewitandine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin; “ Du mamosteyên ku bûne amûra asîmlasyona çandî û leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin”. HPG’ê diyar kir ku operasyona ku artêşa Tirk di 22’ê hezîranê de li wê herêmê daye destpêkirin, bi awayê kemîn û keşfê berdewam dikin.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar ki ku li navçeya Surê ya Amedê gerîlayan li dijî wesayîta polîsan çalakî pêk aniye û da zanîn k udi vê çalakiyê de hejmara polîsên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin. HGP’ê got; “Di 22’ê hezîranê saet di 22.30 de, gerîlayên me li navçeya Deriyê Çiyê ya Amedê, li dijî wesayîtek a polîsan çalakiyek li dar xistine” û diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên polîsan ji aliyê wan ve nehatiye zelalkirin.

LI GEVERÊ PEVÇÛN

HPG’ê da zanîn ku aliyê din li navçeya Gever a Colemêrgê di navbera gerîla û yekineyên artêşa tirk de pevçûn qewimiye. HGP’ê da zanîn ku pevçûna di 21’ê hezîranê de li nêzî Qerekola Dêlezê ya Geverê pêk hat de hejmara mirî û birîndaran nehatiye tespîtkirin.

BI TEQÎNA ZORKUN RE ELEQEYA ME NÎNE

Di rojên borî de li zozanên Zorkun a Osmaniyeyê teqînek pêk hatibû û di teqînê de ciwanek birîndar bibiû. HPG’ê destnîşan kir ku der barê bûyerê de tu eleqeya wan nîne.

Piştî buyerê çapemeniya tirk îdiakir ku gerîlayên HPG’ê teqîn pêk aniye.