Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê di 1’ê tebaxê de li dijî lûleya petrolê ya Mêrdînê di navbera navçeya Nisêbînê û Gundê Kertwênê li dijî Xeta lûleyan a petrolê ya Kerkûrk-Yumurtalikê çalakiyek sabotaj li dar xistine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat daûn; “Di 1'ê Tebaxê de li Mêrdînê di navbera navçeya Nisêbînê û Gundê Kertwênê li dijî Xeta lûleyan a petrolê ya Kerkurk-Yumurtalikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo zirar li zevî û erdê gundiyan neyê xeta lûleyan nehatiye şewitandin lê bi giranî di vê xetê de zirar dîtiye.”
Hêjayê gotinê ku HPG’ê çalakiya sabûtajê ya ku di 5’ê tebaxê de li dijî lûleya xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê di navbera navçeya Midyad û Hezexê de pêk hat girtibû ser xwe.