Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Ji Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan

Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin kirin. Di çalakiyan de 2 kon, 2 konteynir hatin îmhakirin û derb li tankekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên ku di demên cuda de hatin kirin ev agahî parve kir:

"Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

"5'ê Çileyê saet di 14:14'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê ya li herêma Metînayê li konekî li pîsta helîkopterê ya dagirkeran xist. Di encamê de kon îmha bû.

7'ê Çileyê saet di 15:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê konteynirekî dagirkeran bi amûrên hewayî hate îmhakirin.

10'ê Çileyê saet di 13:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de konteynirek hate îmhakirin.

13'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwdanê ya Girê Şehîd Azad hate xistin. Di çalakiyê de derb li tankekê hate xistin.

16'ê Çileyê saet di 11:06'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di vê çalakiyê de konek hatiye îmhakirin."