Ji Gaziyên Kurdistanê peyama 15’ê Tebaxê

Ji Gaziyên Kurdistanê peyama 15’ê Tebaxê

Yekitiya Gaziyên Kurdistanê, bi wesîleya 15’ê tebaxê sala 1984’an ku destpêka têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ye, peyamek weşand û wiha got: “15’ê Tebaxê roja vejînê ya Kurdane, roja li dijî zilm û newekheviyê ye.”

Rêveberiya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) bi wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê tebaxê daxuyaniyek nivîskî da.

Peyama 15’ê Tebaxê ya Yekitiya Gaziyan wiha ye: “Sal 1984 15’ê Tebaxê bû. Ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve guleya yekemîn li tacîzkar, mêtînger hate xistin. Ev guleya ku hate berdan îro em anîn arîfeya şoreşê. Ger ku îro li her derê têkoşîn azadiyê bilind dibe, lêgerîna nasname, çand û ziman pêş ve diçe, xebatên avakirina xweseriya demokratîk tê meşdin ev bi saya guleya di 15’ê tebaxê de hatiye avêtinê ye. Di vê wateyê de em cejna vejînê di serî de li serokatiyê, şehîdên xwe yên xwedî rumetek e mezin in, gelê xwe yê welatparêz û gerîlayên xwe pîroz dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rastiya netewî û gel ya Kurd a 15’ê Tebaxê sala 1984’an de hişmendiya têkoşînê hatiye bidestxistin. Bi pratîkê bersiva pêwist hatiye dayîn. Bi baweriyeke mezin û biryareke mezin pêngav hatine avêtin. Ev yek di dîroka kurd de cihekî girîng digire. Ji bo zîhniyeta ku gel xwe ferq bike û rêbazên têkoşînê biafirîne çalakiyeke wisa hewce bû. û navê çalakiyê jî 15’ê Tebaxê bû.

Polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser gelê kurd bi awayekî veşartî didomiya. Bi dehan sal ev pêkanîn berdewam kirin. Gelek ji rastiya xwe hate dûrxistin. Li dijî vê pêngaveke hate avêtin. Hemleya 15’ê tebaxê ev lîstik xera kirin. Gelê Kurd bi vê pêngavê hişyar bûn û ev polîtîkayên îmha û înkarê pûç kirin. 15’ê Tebaxê roja vejîna Kurdan e. Roja li dijî zilm û neheqiyê ye. Ji ber vê yekê jî em gaziyên Kurdistanê di arîfeya şoreşê de me xwest vê roja dîrokî pîroz bikin. Em soza xwe ya dê şopdarên rêbaz, uslub û ruhê 15’ê Tebaxê bin, nû dikin. “