Ji edîtorên berê yê Rojnewsê Şoreş Mistefa Elî jiyana xwe ji dest da

Ji rêveberên Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, danê êvarî li nexweşxaneya tê dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Ji rêveberên Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, danê êvarî li nexweşxaneya tê dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Ji edîtor û rêveberên kevn ê Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê Rojnamevan Şoreş Mistefa Elî beriya hefteyekê nerehetî derbas kir û rakiribûn nexweşxaneyê. Tevî hemû mudaxeleyan jî Elî nehate rizgarkirin û danê êvarî jiyana xwe ji dest da.

Şoreş Mistefa Elî salên dirêj di rojnameya Çetirê de xebitî û di Stêrk TV de pêşkêşvanê bernameyê bû. Piştre di damezirandina Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê de cih girt, demekê jî edîtortî kir. Elî herî dawî di rêveberiya ajansê de cih digirt.