Ji doza rojnamevan Temel jê tê darizandin kes tehliye nebû

Ji doza rojnamevan Temel jê tê darizandin kes tehliye nebû

12'emîn rûniştina doza KCK'ê ku Şeradara Dêrikê Çaglar Demirel û Editorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê rojnamevan Tayip Temel jî di navde 16 jê girtî 23 siyasetmedarên kurd li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Di vê rûniştinê de jî kes nehat berdan.

12'emîn rûniştina doza 16 jê girtî 23 siyasetmedarên kurd ku ji dosa KCK'ê tên darizandin û di navde Edîtorê DÎHA Tayip Temel, Şaredara Dêrika Mêrdînê Çaglar Demirel, Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Erkan Pişkin û rêveberên KCD, BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl jî hene li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Polîsên li korîdor û salonên girtîgehê rawestiyan xizmên girtiyan di bêgerînê re derbas kirin. Di rûniştina dozê de 16 kesên girtî û Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut jî amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî û Rojnameger Nuray Mert jî doz şopand. Di rûniştinê de diyar kir ku li îfadeyên şahidên nepen Papatya, Gunişigi û X di navbera rûniştinê de guhdar kirine û delîlên der barê Zumrut de xwendin. Zumrut xwest bi kurdî parastinê bike. Lê heyeta dadgehê di girtekê de got "Ji bilî tirkî xwest bi zimanekî din parastinê bike" derbas kir.

DÎSA PARASTINA KURDÎ HAT REDKIRIN

Heyeta dadgehê daxwaza parastina kurdî a siyasetmedaran red kir. Di rûniştinê de qeyd û girtekên polîsan û şahidên nepen hatin xwendin. Daxwaza girtiyan a parastina kurdî hate red kirin.

Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin. Li ser daxwaza dozger heyeta dadgehê biryar da û rûniştina dozê taloqî 6'ê tebaxê kir.