Di doza Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) de di nava kesên dihatin darizandin de 6 kes îro ji girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê tehliye bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin endama Meclîsa Parityê (PM) ya BDPê Arzu Moco, seroka GOÇ-Der a Wanê Pervîn Ozgur, şêwirmenda şaredariya Sixkê û civaksan Sevîl Akdat, xebatkara Vakatê Suna Atalay, endama meclisa jina a BDP’ê Aynur Bagiş û endama Meclsa jina a BDP Leyla Aydin ku nêzî du salî bûn girtibû îro tahliye bûn. Girseyeke qelebalix siyasetmedarên kurd û aktîvîs pêşwazî kir.