Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ li 11 taxên navçeyê boriyên kanalîzayonê radixe. Midûrê Gitşî yê DÎSKÎ Fahrettîn Çagdaş xebat di cih de kontrol kir û diyar kir ku xebatên kanalîzasyonê bandoreke bezin li ser tenduristiya civakê dike.
Midûriyeta Gitşî ya DÎSKÎ li 11 taxan dest bi çêkirina binesziya kanalîzasyonê kir. xebat li taxên Bahçelîevler, Basîl, Çoguzelî, Çîçekliyurt, Donumlu, Îlbaş, Kirkincik, Sancar, Tanişik, Uyandik, Alpu û Pinarolgu ya navçeya Kayapinar, Baglar, Sur û Yenîşêrê dê bi rêk û pêk bên meşandin. Bi vê xebatê tê hedef kirin ku jiyaneke bi konfor li taxan bê bicih kirin û nexweşî û bihna ku ji ber kanalîzasyonê diqewîmî ji holê rabikin.
Li gundê Kirkincik ya ku boriyên kanalîzasyonê hatin raxistin, midûrê giştî yê DÎSKÎ Fahretîn Çagdar xebat lêkolîn kir û ji Serokê Daîreya Kanalîzyonê Harun Vural agahî girt.Çagdaş destnîşan kir ku wan wekî Midûriyeta Gitşî ya DÎSKÎ dest bi raxistina boriyên kanalîzasyona ya li taxan kirine. Çagdaş got ku ew di navbera tax û navendan de cudahiyê nake û piştî xizmeta avê niha jî det bi xizmeta kanalîzasyonê kirine û got kanalîzyon bandoerke mezin li ser tenduristiya civakê dike.
Çagdaş wiha got: “me li 11 taxan xebat da destpêkirin. mÎlyon û 400 TL butçe me veqetand. Ev xebat di serî de dêji bo zarok, extiyar û jinan baştir be. Bila li gelê me bi xêr be.”
DÊ JI NEXWEŞIYAN RIZGAR BIBIN
Keyayê gundê Kirkincikê Salî Bîrsen da zanîn ku heta îro ji ber kanalîzasyon û bîhnê bi gelek nexwşiyanre rû bir û bimane. Bîrsen wiha got: “Ger ev bikeve jiyanê em dê ji hemû nexweşiyan rizgar bibin. Em spasiyên xwe pêşkêşî midûriyeta giştî dikin.” Tê hedefkirin ku xebat dê di 5 mehan de bi dawî bibin