Ji dewletê şantaja "Bêje PKK'ê êrîş kir, naxwe hevjîna te wê bimire"
Hevjînê Zubeyde Ezer a ku li Silopiyayê bi guleya bombeavêjê birîndar bû Suleyman Ezer diyar kir ku hêzên dewletê bi zorê kaxiza bi nivîsa "Hevjîna min rastî êrîşa PKK'ê hat" pê dane îmzekirin.
ANF
ŞIRNEX
duşem, 4 rêbendanê 2016, 07:08
Hevjînê Zubeyde Ezer a ku li Silopiyayê bi guleya bombeavêjê birîndar bû Suleyman Ezer diyar kir ku hêzên dewletê bi zorê kaxiza bi nivîsa "Hevjîna min rastî êrîşa PKK'ê hat" pê dane îmzekirin. Ezer da xuyakirin ku wî ev zext qebûl nekiriye, lê belê hêzên dewletê jê re gotine, "Eger tu îmze neke wê hevjîna te bimire" û hevjîna wî bi saetan bi birîndarî li naverastê sekinandine. Ezer got, "Hevjîna min wê bimira. Ez neçar mam, min îmze kir."
Dayika 7 zarokan Zubeyde Ezer di sibeha 3'ê Kanûnê de li navçeya Şirnex Silopiyayê, ji ber guleya bombeavêjê li serî ket, bi giranî birîndar bû. Ji ber ku hêzên dewletê nehiştin ambûlans bê, Suleyman Ezer hevjîna xwe li pişta xwe kir û ew rakir nexweşxaneyê. Ezer der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku ji bo hevjîna wî ya birîndar bi jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest bide, ew li cihê êrîşê bi saetan hat sekinandin.
'MIN LI PIŞTA XWE KIR Û HEWL DA BIGIHÎNIM NEXWEŞXANEYÊ'
Ezer bibîr xist ku ji roja destpêkirina êrîşên qirkirinê, êrîşên bi tank û bombeyên ên li hemberî mala wan qet kêm nebûne û diyar kir ku di sibeha 3'ê Kanûnê saet di 10:00 de hevjîna wî bi şarapnela bombeavêjê birîndar bû. Ezer ragihand ku wan bang li ambûlansê kirine, lê belê nehatiye û got, "Min ew li pişta xwe kir û hewl da bigihînim nexweşxaneyê. Çend ciwanan alîkarî dan min. 2-3 kîlometre beriya gihaştina nexweşxaneyê leşker û polîs li wir bûn. Min hewl da hevjîna xwe ya li ser pişta xwe bigihînim nexweşxaneyê. Wan jî li wê derê li min dinêhirî û dikeniyan."
'HETA ÊVARÊ DAN SEKINANDIN'
Ezer da xuyakirin ku zilma li hevjîna wî ya birîndar li nexweşxaneyê jî dewam kir û got, "Bi zorê min hevjîna xwe gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Gotin wê helîkopter were û heta êvarê sekinandin. Êvarê li ber mirinê bû, me bi derfetên xwe ambûlansek dît û ew bir Şirnexê."
'ÎMZE BIKE, NAXWE HEVJÎNA TE WÊ BIMIRE'
Ezer ragihand ku ji ber xwendin û nivîsandina xwe nîne polîsên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê jê xwestine ku kaxiza bi nivîsa "PKK'ê ew birîndar kir" pê bidin îmzekirin û got, "Min ev zext qebûl nekir. Li ser vê yekê ji min re gotin 'Îmze bike, nawe hevjîna te wê bimire'. Gelek xwîn jê diçû. Ez jî neçar mam, min îmze kir."
'SEKVANAN GULE BERDIDAN PISÎKAN JÎ'
Ezer da zanîn ku tevahiya şevê Taxa Barbarosê dihat bombekirin û got, "Ji duh bi şev ve 16 bombe li mala min ketin. Hin jê neteqiyan. Bi şev û roj gule direşandin. Gule li pisîkan jî direşandin."
'POLÎS BI EREBÎ DIAXIVÎN'
Ezer diyar kir ku polîsên li nexweşxaneyê rî dirêj bûn, bi Tirkî nediaxivîn û bi hev re bi zimanê Erebî diaxivîn. Ezer got, "7 hezar tîmên taybert anîne. Nizanin bi Tirkî biaxivin. Bi Erebî diaxivin. Hemû jî endamên DAIŞ'ê ne. Ti ji wan bi Tirkî nediaxivîn. Riya wan bi hostekê dirêj bû."