Ji buroya Parlementerê BDP’ê Ayhan daxuyanî

Ji buroya Parlementerê BDP’ê Ayhan daxuyanî

Buroya şêwirmendiya Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan daxuyand ku malperên nûçeyan ên herêmî li ser Ayhan nûçeyên derew çêkirine û dê der heqê malperên li ser Ayhan nûçe çêkirine de gilî bikin.

Buroya şêwirmendiya Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li ser malperên der heqê Ayhan nûçe çêkirine de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hin malperên li Rihayê weşandê dikin li ser girtîgehan nûçeyên bê bingeh û derew nûçeyan çêdikin.

Bi van nûçeyan armanca bingehîn ew e berpirsyariya şewata 13 mirovan winda bikin û pêkanînên li girtîgehê ya der hiqûqî û der mirovîn veşêrin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin der heqê malperên navborî de dê gilî bikin. Buroya şewirmendiyê anî ziman ku ji bibilî daxuyaniyên wan nûçeyên der barê muwekilê wan de bê çêkirin ew rast nabînin.