'Ji bo xwedîderketina li Roboskiyê hemû Kurdistanî bibin yek'

'Ji bo xwedîderketina li Roboskiyê hemû Kurdistanî bibin yek'

Malbatên Roboskî ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine bertek nîşanî daxuyaniyên Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel û yên rayedarên din ên der barê bûyerê de dan. Birayê Serhat Encuyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ferhat Encu li hemberî van daxuyaniyan bang li hemû rêxistinên Kurdistanî kir ku ji bo xwedîderketina li Roboskiyê ev hêz bibin yek û mitîngekî mezin li dar bixin.”

Malbatên qurbaniyên qetliyama Roboskiyê ku tevli Panela ‘Roboskî’ ya ji aliyê MAZLUMDER’ê ve li Amedê hat lidarxistin bûn, bertek nîşanî daxuyaniyên Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel ên wekî “Di nava wan de PKK’yî hebûn. Heta em çûn wê der çek veşartin. Ev rastî dê derkeve holê.” dan. Malbatên ku nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin, destnîşan kir ku bi vê helwestê rayedarên dewletê dixwazin xwe ji berpirsyariya komkujiyê rizgar bikin û komkujiyê bidin jibîrkirin.

Birayê Serhat Encu yê di komkujiyê de bi bombeyên balafirên şer jiyana xwe ji dest da Ferhat Encu anî ziman ku daxuyaniyên rayedaran yên bi vî rengî her tim wan gelek diêşîne û ev daxuyanî wekî hewldanên bûyerê bidin jibîrkirin bi nav kir. Encu wiha dest pê kir: “Ji xwe ji dema komkujî pêk hat heta niha nêrîna dewletê diyar e, li holê ye. Hewl dide vê komkujiyê bide jibîrkirin û wekî tiştek rewa bide nîşandan. Lê me ji ber qetliyamê êşek gelek mezin kişand. Daxuyaniyên Serokwezîr, Wezîrê Navxweyî û yên Serfermandarê Giştî jî her tim ev êşên me zêde kirin. Li gel bi ser komkujiyê re 6 meh derbas bûne jî, hêj ne tu kes hatiye girtin, ne tu kes ji peywirê hatiye girtin. Ev jî dide xuyakirin ku dewlet dixwaze vê komkujiyê bide jibîrkirin.”

‘PÎVAN PERE BE EM BIDIN WE’

Encu, bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan jî û ev tişt gotin: “Gotinên Serokwezîr ên wekî ‘Tazmînat be tazmînat. Me zêdetirê tazmînat jî daye ma êdî çi dixwazin’ di şexsê Roboskiyê de li hemberî hemu Kurdan tê wateya ‘Ez ê we bikujim. Pêwîste dê pere bidim û bûyerê bidim jibîrkirin’ Nêrîna Serokwezîr ev e. Em wekî xizmên maxdûrên Roboskiyê her tim bertekan nîşanî vê helwestê didin û qebûl nakin. Pere li hemberî canê, bav û birayê me nabe pîvan. Eger hûn li hemberî jiyana zarokên xwe pere wekî pîvanek qebûl dikin se, bêjin ka bihayê wê çi qas e. Em ê zêdetir bidin we.”

‘HÊSTÊN CUDAKARIYÊ PÊŞ DIKEVIN’

Encu di axaftina xwe de da zanîn ku êdî tu baweriya wan ji edaletê nemaye û wiha got: “Ev daxuyanî êdî tu baweriyê nadin me. Tu baweriya me ji edaletê re nemaye. Vê bûyerê rûyê AKP jî aşkera kiriye. Di serî de AKP’ê rola mazlûman dilîst. Niha jî ketiye nava rola zaliman. Mirovan bi ol û îmanê dixapînin. Lê bi vê bûyerê rûyê wan aşkera bû. Ev bandorek gelek xeter li ser derûniya me dike. Piştî van daxuyaniyan derûniya me têk diçe. Tu baweriya me ji dewletê re namîne. Hêstên cudakariyê pêş dikevin. Li gel van êdî tu baweriya me bi biratiya wan jî nemaye. Tu kes nikare êdî qala biratiyê bike. Bi vê bûyerê dereket holê ku gotina ‘Kurd û Tirk bira ne’ gotinek vala ye.”

‘BILA HEMÛ RÊXISTINÊN KURDISTANÎ BIBIN YEK’

Encu her wiha di axaftina xwe de bal kişand ser xalek gelek girîng û bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî kir ku ji bo xwedîderketina Roboskiyê ev hêz bibin yek û ji bo vê jî mitîngek mezin li dar bixin. Encu, li ser vê mijarê ev tişt got: “Roja komkukyê BDP bi awayekî xurt xwedî li me derket. Hatin cem me heta dawiyê li cem me bûn. Ji bo ev bûyerê nedin jibîrkirin çi ji destê wan tê kirin. Ger îro hêj ev bûyer di rojevê de be ev xêra BDP’ê ye. Li gel BDP’ê bi taybet MAZLUMDER’ê ji roja bûyerê heta niha piştgiriyek xurt da me. Li Enqereyê wan standek bê dem vekiriye. Her tim li ser piyan bûn. Rêxistinên civaka sivîl û partiyên din jî divê piştgirî bidin wan û zêdetir xwedî li Roboskiyê derkevin. Heta ez bi rêya we bang dikim ku bila hemû partî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ji bo Roboskiyê li derdora platformekî werin cem hev û mitîngek mezin li dar bixin. Em li benda tiştekî wisa ne. Baweriya me ew e ku tiştek wisa dê encam bide.”

‘LI CIHÊ BÛYERÊ JI BILÎ CENAZE Û BIRÎNDARAN TU KES TUNE BÛ’

Xwîşka Cîhan Encuyê ku di 20 saliya xwe de bi balafirên şer ên Tirk hat kuştin Bahar Encu gotinên Ozel derewand û got ku dema ew gihiştine cem cenazeyan ji bilî 34 kesên jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên ji komkujiyê saxî filitîne tu kes tune bû. Encu wiha axivî: “Em van gotinên Serfermandar bi teqez qebul nakin. Wisa be, bila dîmenên Heronan bidin çapemeniyê wê demê hemû kes wê rastiyê bizane. 4 kes ji bûyer sax filitîn. Li wê derê ji bilî 38 kesan tu kes tune bû. Dema em gihiştin wê derê tenê cenazeyên zarokên me li wê derê bû. Dibêjin ‘Heta leşker hatin cihê bûyerê çek hatine veşartin’. Lê dema em hatin cihê bûyerê leşkerên wan vedigeriyan qereqolê. Eger li wê derê tiştek wisa heba, leşkeran wê mudaxale bikira. Di nava wê xemgîniya mezin de guhê tu kesî li çekan nebû. Ma li hemberî wê êşê dê bihata bîra ku biçe çekan veşêre.”

‘EM DEST JI DOZA XWE BERNADIN’

Enucu, da zanîn ku bi vî şiklî dixwazin komkujiyê bidin jibîrkirin û wiha pêde çû: “Bi vî awayî dixwazin bûyerê bidin jibîrkirin. Lê ew nikarin vê bûyerê bidin jibîrkirin. Em ê heta dawî doza xwe bidomînin. Lewma em mafdar in. Em ê mafdariya xwe jî ji hemû cîhanê re ragihînin. Ger kiryarên vê bûyerê derneyên holê wê di pêşerojê de bûyerên bi vî rengî her tim biqewimin. Ji bo em pêşî li ber qetliyaman bigirin divê li hemberî vê têkoşîn bidin. Em tenê edaletê dixwazin. Ji bilî wê tu daxwaza me tune ye.”

‘GER EW PKK’YÎ NE HÛN ÇIMA TAZMÎNAT DIDIN’

Bavê Adem And ê 19 salî ku di qetliyamê de jiyana xwe ji dest da Raşît And bertek nîşanê van gotinan da û got ku ger ev kese PKK’î bin se çima dewlet tazmînatê dide me. And, destnîşan kir ku gotinên Serfermandar Ozel gelek xeletin û wiha domand: “Gotinên Fermandarê giştî gelek gotinên xeletin. Ger em PKK’î bin çima tazmînat didin me. Gelo heta niha fermandar tazmînat daye çend PKK’iyan. Bila tenê bersiva vê ji min re bêjin. Me hata niha nedîtiye tu tazmînat dane PKK’iyekî. Ji bo sucdariya xwe ji holê rakin bêbextiyê li zarokên me dike û derewan dike. Kurê min wê buharê biçuba leşkeriyê. Kijan PKK’î ji bo wan diçe leşkeriyê. Her kes ji bo ku xwe ji vê bûyerê rizgar bike tiştekî dibêje. Ew hemû şirîkê vî sûçîne.”

BANGA WIJDANÊ

And, di berdewamê de bang li Serokwezîr Erdogan jî kir û ev tişt gotin: “Ez daxuyaniyên rayedaran her roj dişopînim. Serokwezîr hanê her tim dibêje ya ‘Ez bang li kesên xwedî wijdan dikim’ Em jî li bendê ne ku serokwezîr bibe kesekî bi wijdan. Lêwra xwediyê vê bêwijdaniyê ew in.”

‘BILA KIRYAR BÊN DÎTIN’

Dayîka Selam Encu 22 salî ku wî jî di qetliyamê de jiyana xwe ji dest daye Semîra Encu jî xwest ku kiryarên kuştina kurê wê bên diyarkirin û wiha axivî: “Divê kiryarê kuştina kurê derkeve holê. Ew diçu zanîngehê. Em gilîkarê fermandarê alayê ne. Fermandarê alayê destûr dabû ku biçin kaçaxwaniyê. Hindî ez saxbim ez dev ji doza kurê xwe bernadim. Pêwîste be ez dê doza xwe bibim heta Ewropayê. Divê ev ji AKP’ê re nemîne. Lewma AKP’ê bi zanebûn ev tişt anî serê me. Serfermandarê Giştî Necdet Ozer got, ‘Di nava wan de PKK’yî hebûn’ Wî xwendekar û welatiyên xwe bi destê xwe kuştine û niha jî wan dike PKK’î. Bi vî avayî xwest xwe rizgar bike.”

HELÎKOPTER NEHAT HEWARA WAN

Dayîk Encu, di axaftina xwe de agahiyek ku heta niha ne derketiye holê jî vegot û da zanîn ku dema ew gihiştine cihê bûyerê helîkopterek hatiye wê derê û piştre jî bê ku birîndaran bibe vegeriyaye. Encu ev tişt gotin: “Gotinên Ozel ne rast in. Dema em çûn ser cenazeyan helîkopter jî li ser serê bû, difiriya. Çawa em dîtin ji wê derê çûn. Li erdê 13 birîndarên me hebûn, çima nehatin hewara birîndarên me. Bi zanebûne ev tişt anîn serê me. Em gilî dikin. Divê fermandarê alayê û sercerdewanên heremê bên darizandin. Em ji wan gilîker in. Eger Serokwezîr vê pirsgirêkê çareser neke tê wê wateyê ku Serokwezîr jî şirîkê wan e.”