Hat ragihandin ku ji bo jipeywirêgirtina Waliyê Amedê MustafaToprak ku bi daxuyaniyên xwe yên qedexekar tê nasîn û 2 sal in walîtiya Amedê dike, biryarname tê amade kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, digel nêzîkbûna hilbijartinên herêmî, ji bo Waliyê Amedê Mustafa Toprak ê ku bi qedexeyan tê nasîn, ji kar bê bigirtin, biryanameyek tê amadekirin. Hat diayrkirin ku ev mijar çûye ber destê Desteya Wezîran jî. Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê, ji bo wer neyê fêmkirin ku Walî Toprak ji ber zextan ji peywirê tê girtin, dê Toprak bişîne bajarek din ê mezin û ji bo sererastkirina îmaja xwe ya li Amedê jî, dê Waliyeke bi eslê xwe bişîne Amedê.
Balkêş bû ku ev yek piştî qedexekirina mitînga 14’ê Tîrmehê ya Amedê hat rojev. Mitînga 14’ê Tîrmehê ya bi banga KCD û BDP’ê hatibû lidarxistin, ji aliyê Toprak ve hat qedexekirin û bi hezaran polîs ji bajarên cûda anîbûn Amedê. Di encamê de 3 parlementerên BDP’ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, û bi dehan kes birîndar bûn, bi dehan kesê hatin binçavkirin. Hevserokên KCD û BDP’ê û parlementerên Kurd rastî êrîşa bombeyên gazê û ava şid hatin. Ev yek jî li rastî nerazîbûnên raya giştî ya neteweyî navneteweyî hat.
Walî Mustafa Toprak, li Erzîganê ji dayîk bûye, di navbera salên 1990-1992 de li navçeya Încesû ya Qeyseriyê qeymeqamtî kiriye. Di sala 1992-1994’ê de bû qeymeqamê Taşliçaya Agiriyê, di sala 1994-1997’ê de bû qeymeqamê navçeya Xelata Bedlîsê. Di sala 1997-2001 de bû Alîkarê Waliyê Rîzeyê, di sala 2001 de bû Mufetîşê Aborî yê Wezareta Navxweyî .
Di sala 2003 de bû şêwirmendê Wezîrê Turîzmê Sayin Guldal Akşît. Toprak piştî di sala 2005-2007’ê de bû Sekreterê Giştî yê Wezareta Navxweyî. Di sala 2007 de bû Waliyê Çorûmê. Piştî biryarnameyekê di 11’ê hezîrana 2010 de bû Waliyê Amedê.