Ji bo Toktayê HPG’ yî mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Mesût Toktay ( Brûsk Serhat) li Wanê mewlûd hat dayîn. Di axaftinên di mewlûdê de hat destnîşankirin ku Heta Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gelê Kurd neyê azadkirin wê têkoşîn berdewam bike.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Mesût Toktay ( Brûsk Serhat) li Wanê mewlûd hat dayîn. Di axaftinên di mewlûdê de hat destnîşankirin ku Heta Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gelê Kurd neyê azadkirin wê têkoşîn berdewam bike. 

Di encama êrîşên hewayî yên 15’ê Midarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de gerîlayê HPG’ê Mesût Tokay (Brûsk Serhat) jiyana xwe ji dest da, li taxa Beyuzumu li mala sersaxiyê mewlûd hat dayîn. Hevseroka Navêçeya DBP’ê Caziye Dûman, Hevserokê HDP’ê yê bajarê Wanê M. Veysî Dîlekcî, Derya Hava, Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê, hevbirên KJA, Nûnerên STO, Hevşaredar, Hevseroka MEYA-DER ya Wanê Nerîman Ural, bi malbata gerîlayê HPG’ê û rêxistina navçe û bajaran a DBP’ê û HDP’ê re beşdarî mewlûdê bûn. 

‘ KURDAN, CIHÊ XWE DI NAV GELÊ CÎHANÊ DE BI RUMETA XWE VE GIRT’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê HDP’ê yê bajarê Wanê Veysî Dîlekçî wiha diyar kir: “Gelê Kurd heTa roja me ya îro bi deh hezaran ciwan, berdêlên giran dane. Gelê Kurd bi encama van berdêlên giran bi rûmeta xwe cihê xwe di nav gelê cîhanê de girtiye.” Dîlekçî wiha got: “ Li gel van hemû yan jî êrîşên dijminê gelê Kurd hê jî didominin. Gelê Kurd jî li hember zilmê û qetlîaman bi ewladên xwe yên qehreman re li ber xwe didin. Gelê Kurd heta azad ne be wê ev têkoşîn bidome. Em ji rêya wan venagerin.” 

‘HETA BIRÊZ OCALAN Û GELÊ KURDISTANÊ AZAD NEBE..’

Hevseroka MEYA-DER ya Wanê Nerîman Ural jî ev peyam da: “Gelê Kurd li hember zilmê, çeteyan û AKP’ê wê heta dawî têkoşîna xwe bidomîne. Her demê ev têkoşîn bilind bûye û wê bilindtir jî bibe.”

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman wiha axivî : “Gelê Kurd li çar parçeyan, ev bi sedan sale bi qetlîaman re rû bi rû dimîne, heta Birêz Ocalan û çar parçeyên Kurdistanê azad nebe wê têkoşîna me bidome. Serê gelê me sax be.”

...