Ji bo Toktay ê HPG'yî konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mesût Toktay (Brûsk Serhat) ê di 15'ê Mijdarê de di êrîşa hewayî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vedan. Gel bi girseyî diçe serdana kon.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mesût Toktay (Brûsk Serhat) ê di 15'ê Mijdarê de di êrîşa hewayî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vedan. Girseya gel a ji bo biçe serdana sersaxiyê li Meydana Sewalan a Sixkê civiya, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Mesût Toktay hilgirt û ber bi konê sersaxiyê ve meşiya. Di meşê de Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Munîr Aras, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr M. Selîm Dîlekçî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, pêkhatyeên KJA, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Hevşaredar û nûnerên rêxistinên HDP-DBP ên bajar û navçevyan jî amade bûn.

Li ber konê serxweşiyê, girseya gel ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt. Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Munîr Aras dûre li vir axivî û anî ziman ku gelê Kurd ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoş e, lê dijminên sondxwarî yên gelê Kurd bi komkujiyan bersivê didin. Aras ragihand ku divê gelê Kurd li hemberî van komkujiyan bi yekîtî tevbigere û got, "Dijminê Kurdan ne yek e. Carna ev dijmin dibe xiyaneta navxweyî, carna jî dibe çeteyên DAIŞ'ê. Dilê me îro careke din dişewite, lê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Piştre bavê gerîlayê HPG'ê Toktay Saît Toktay peyivî û got, "Şehîd şehîdê gelê Kurd e, bila serê gelê Kurd, serê Rêber Apo sax be."

...