Ji bo şervanê YPG’ê Hardîng li Melbournê merasîm

Ji bo şervanê şervanê YPG’ê Reece Hardîng ê bi nasnav Bagok Serhed ê 27’ê Hezîranê li Rojava jiyana xwe ji dest da li bajarê Melbournê yê Awûstralyayê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.

Ji bo şervanê şervanê YPG’ê Reece Hardîng ê bi nasnav Bagok Serhed ê  27’ê Hezîranê li Rojava jiyana xwe ji dest da li bajarê Melbournê yê Awûstralyayê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.

Ji bo şervanê YPG’ê Reece hardîng (Bagok Serhed) ê Awûstralî yê li Rojava di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Melbournê merasîmek hat lidarxistin. Merasîma cenaze ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Vîctoria (NAV-KURD) hat lidarxistin malbata şervanê YPG’ê Reece Hardîng û bi sedan Kurdistaniyên ji çar aliyên Awûstralyayê hatine tevlî merasîme cenaze bûn.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Hardîng ji aliyê malbata wî û welatparêzên Kurdistanî ve ji morgê hat girtin û di saet 14:00’an de anîn navenda NAV-KURD’ê. Cenaze bi tilîlî û dirûşman hat pêşwazîkirin û li ser milên ciwanên ku cilên gerîla li xwe kir bi sîrûda “Çerxa Şoreşê” re hat hilgirtin. Piştre jî cenaze anîn salona NAV-KURD’ê. Merasîm bi xwendina sîrûda Awûstralya û Sîrûda Neteweyî ya Kurd û bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de axaftina destpêkê li ser navê NAV-KURD Fatoş Yilmaz kir. Yilmaz got, “Ew semboleke azadiyê ye. Di heman demê de ew pira di navbera gelên Kurd û Awûstralyayê de ye.”

Bi navê Komeleya Kurd a Sydney-Awûstralyayê Brûsk Aeîverî jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata Reece Hardîng re xwest.

Piştî axaftina nûnerên Komeleya Çanda Kurd a Rojavayê Awûstralyayê, Komeleya Çanda Kurd a Adelaideyê, Komeleya Welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê. Dayika Reece Hardîng a cilên neteweyî yên Kurdî li xwe kiribû axaftina dawiyê kir.

Michelle Hardîng di nava hêsîran de axaftinek kurt kir û got, “Em îro li vir ji bo kurê min kom bûne. Lê ya girîng bîranîna hemû şehîdên ku pirsgirêkên mirovan, Kurdan dîtine û di dema ku têkoşîn kirine jiyana xwe ji dest dane ye.”

Dayik Hardîng axaftina xwe bi Kurdî, “Bijî Kurdistan, Ez ji te hez dikim Kurdistan” bi dawî kir.

Ji bo Mîchelle Hardîng beşdar bi deqeyan li ser lingan çepik lêdan û dirûşmên, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG’ê bi dirûşman ji navenda NAV-KURD hat derxistin, cenaze bi firandina kevokên aştiyê li wesayîta cenaze hat siwarkirin û bi konvoyekê rê kirin morgê. Cenazeyê şervanê YPG’ê wê di rojên pêşiya me de rêkin eyaleta Queenslandê ya malbata wî lê dijî. Cenazeyê şervanê YPG’ê Reece Hardîng (Bagok Serhed) roja Şemiyê wê bi merasîmekê bê definkirin.