Girtiyên ji doza PKK'ê yên girtîgeha tîpa D û E ya Amedê tên ragirtin, bi rêya Diyar TUHAD-DER'ê li ser komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê wê di navbera 9-12'ê Sibatê de tevlî hevdîtinan, ti aktîvîteyên li nava girtîgehê nebin û dernekevin revîrê. Girtiya diyar kirin, gelê Kurd red dike di bin polîtîkaya înkar û tinekirinê ya sîstema mêtîngeriyê de bijî û destnîşan kir, ku gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê daye ew amade ye di vê oxirê de bi her awayî berdêlan bide.
Di dawiya daxuyaniyê de girtiyan dan zanîn ku ew jî tevlî berxwedana gel a li hemberî komkujiyan dibin û hat gotin, "Weke girtiyên PKK'yî yên li girtîgeha tîpa D ya Amedê, em ê her tim li cem bexwedana bi rûmet a gelê xwe bin. Di vê çarçoveyê de, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, di navbera 9 û 12'ê Sibatê de em ê tevlî ti hevdîtin, aktîvîteyên nava girtîgehê nebin û neçin nexweşxaneyê.
Bi bîr û baweriya serketina berxwedana mafdar a gelê me re, em ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Ev vê komkujiyê lenet dikin û careke din dilsoziya xwe bi têkoşîna pîroz a şehîdên xwe re bilêv dikin."