Ji bo Serkan Yildiz li Marsilyayê sersaxî

Xizmên Serkan Yildiz li Marsîlyayê sersaxî qebûl kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, xizmên Serkan Yildiz (Êrîş Tekman) ê di nav 12 gerîlayên 10’ê Çileyê hatibûn înfazkirin de bû, sersaxî qebûl kirin.

Xizmên Êrîş Tekman ji roja Çarşemê ve li Navenda Civaka Kurdistan a Marsîlya taziyeyan qebûl dike. Êrîş Tekman ê ji gundê Keçela yê Tekmanê ye, 10’ê Çileyê danê sibehê di nav 12 gerîlayên HPG’ê yên li Wanê hatibûn înfazkirin de bû.

‘NEHEQÎ QEBÛL NEDIKIR’

Tekman di mehên biharê yê sala 2014’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bibû. Xizma wî Viyan Serhad a di heman deman de tevlî berxwedana Kobanê bibû, Mijdara 2014’an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû. Birayê Viyan Serhad wiha got: “Dema Serkan hê biçûk jî bû neheqî qebûl nedikir. Piştî lîseyê bi biryara xwe tevlî bû. Li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kir.”

Ap Îhsan Yildiz jî wiha li dijî qetlîaman bertek nîşan da: “Em encamên otopsiyê nizanin, bi malbatê re parve nakin. Em pir xemgîn in. Dibêjin li dijî wan derman bikar anîne, van înfazana di ti exlaqî de tinene. Şehîdên gelê Kurd in, em ê li bîranînên wan xwedî derkevin.”