Ji bo Leyla Şaylemez bîrdarî hat çêkirin
Li Mersînê KJA ji bo Leyla Şaylamez bîrdarî çêkir. Bîrdarî li Goristana Guneykent a Şaylamez lê hat defnkirin hat çêkirin.
Li Mersînê KJA ji bo Leyla Şaylamez bîrdarî çêkir. Bîrdarî li Goristana Guneykent a Şaylamez lê hat defnkirin hat çêkirin.
Li Mersînê KJA ji bo Leyla Şaylamez bîrdarî çêkir. Bîrdarî li Goristana Guneykent a Şaylamez lê hat defnkirin hat çêkirnin.
Ji bo endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez a 9’ê Çileya 2013’an bi yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz û Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan re hat qetilkirin li Mersînê Bîrdarî hat çêkirin.
Ji bo Leyla Şaylamez (Ronahî) ya 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hat qetilkirin li Goristana Guneykent a lê hat defnkirin ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) ve bîrdarî hat çêkirin. Beriya vekirina bîrdariyê bi sedan kesên li ber Mizgefta Nûr kom bûn, ber bi Goristana Guneykent ve meşek li dar xistin. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, parlamenterên HDP’ê Çîlem Oz, Meral Daniş Beştaş, Hatîce Sevîptekîn û Tugba Hezer jî ku di meşê de amade bûn, pankarta, “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin” û pankarta wêneyên 31 endamên SGDF’yî yên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Hevrê Leyla nemir e" hatin gotin. Mervan Tekîn a li ser navê KJA axivî got ku wê hesabê Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Sakîne Cansiz bipirsin û her sê jinan di têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn.
Birayê Şaylemez, Servet Şaylemez jî kesên beşdarî merasîmê bûne spas kir.