Waliyê Êlihê Ahmet Tûrhan, destûr neda lêpirsîna der barê polîsên ku sala par li Êlihê bombeya gazê li lingê Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata xistin û birîndar kirin.
Ata, ji bo pevçûnên di xwepêşandanên 21’ê nîsana 2011 de rawestîne, ket navberaê, lê bombeyek gazê li lingê wê ket û birîndar bû. Ata giliyê polîsan kiribû. Waliyê Êlihê Tûrhan rapora ji aliyê Midûriyeta Şênî û Welatiyan a Êlihê ve hatibû amadekirin lêkolîn kir û ji bo lêpirsîna wan polîsan destûr neda.
Walî Tûrhan salek piştî amadekirina raporê biryar da û got; “Polîs di karanîna tufengên gazê de hostan e”. Walî Turhan diyar kir ku ew bawer nake ku Ata bi gulleya bombeya gazê ya ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin birîndar bûbe.