Ji bo Kebûdwend bang li rêxistin û TV’yên Kurdî hat kirin

Ji bo Kebûdwend bang li rêxistin û TV’yên Kurdî hat kirin

Bi armanca piştgiriya ji bo nivîskar û rojnamevanê Kurd Mihemd Sedîq Kebûdwend, ku weke bavê mafê Mirovan a Kurdistanê tê naskirin û zêdetirê mehekêye bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi zarokê xwe yê nexweş re, di greva birçîbûnê de ye, beşek ji rojnamevan û çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd, tevî pêşkêşkirina çend pêşniyaran xwestine ku roja 30’ê pûşperê, weke ’’ Roja xwedîderketina li Kebûdwend’’ bê ragehandin.

Beriya niha, çalakên mafê mirovan di gelek raporên xwe de, bal kişandibûn ser rewşa xirab a girîtgehan û tenduristiya Kebûdwend. Nûçeya dawî ya derbarê rewşa Kebûdwend ewe ku golçîskên wî îfonet kirine û tendurustiya wî di rewşeke xeter de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye xwestin “Partî, rêxistin û saziyên siyasî û medeniyên Kurd bi daxuyaniyan piştgîriya xwe ji Kebûdwend ragihînin.”

Çalakvanên ku Kebûdwend nas dikin, bi nivisandina bebet û nivîsan di ragehandinên biyanî de, balê bikşînin ser rewşa Kebûdwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdên şêniyên Tehranê, serdana malbata Kebûdwend û kurê wan ê nexweş bikin û ev pêşniyar hatin kirin; “TV’yên Kurdî, bernameyên taybet li ser rewşa Kebûdwend amade bikin.

Bikaranîna wêne û logoya taybet bi wê rojê, di hêlên civakî de ji aliyê kurdan we û çend xwestekên din, pêşniyara wan kesane.”

JI BO NY BANGEWAZÎ

Di 9’ê pûşperê de jî zêdetirê 350 çalakvanên sivîl ên Kurd û Îranî, ji bo Kebûdwend were dermankirin û bikare bi zarokê xwe yê nexweş re hevdîtin pêk bîne, nameyek ji Lêkoleriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandin û xwestin ji bo rewşa Kebûdwend ê bi nexweşiya protestatê û gelek nexweşiyên din ketiye bikevin nava hewldanan. Çalakvanê Kurd û Îranî ji NY’yê daxwaz kirin ku bi mebesta tedawiyê û hevdîtina bi zarokê xweyê nexweş re hewileke cidî bidin.

Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.

Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.