Ji bo Gunay ê li Wanê hat qetilkirin mewlûd hat dayîn

Ji bo yek ji ciwanên li Wanê hatin qetilkirin Gunay mewlûd hat dayîn.

Ji bo yek ji 12 ciwanên di dawiya hefteyê de li Wanê hatin qetilkirin Şaban Gunay (Serhed Behrewan) mewlûd hat dayîn.

Mewlûd li Mala Serxweşiyê ya Taxa Altintepe hat dayîn û Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman, Paralmenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevseroka MEYA-DER Şaxê Wanê Nerîman Ûral, Hevşaredarên Navçeyê, Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên KJA û gel amade bûn.

Piştî duayan, deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka MEYA-DER Şaxê Wanê Nerîman Ûral li merasîmê axivî û anî ziman ku Kurd di pêvajoyeke gelekî giran re derbas dibe. Ûral diyar kir ku tevî komkujiyên tên kirin jî divê ti kes hêviya xwe ji dest bernede û li dora doza xwe ya mafdar bicivin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî destnîşan kir ku ti tiştî Kurd ji têkoşîna wan venegerandine û wê nikaribe vegerînin.

Xizmên Şaban Gunay jî dan xuyakirin ku ew ê bi bîranîna cangoriyan re dilsoz bin û têkoşînê bidomînin.