Ji bo Egîd li Elcewazê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo gerîlayê HPG'ê Egîd Kahraman (Vedat Ûlûgana) ê li Licê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li gundê Axçira yê navçeya Elcewaz a Bedlîsê konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Egîd Kahraman (Vedat Ûlûgana) ê li Licê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li gundê Axçira yê navçeya Elcewaz a Bedlîsê konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Egîd Kahraman (Vedat Ûlûgana) ê li Licê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li gundê Axçira yê navçeya Elcewaz a Bedlîsê konê serxweşiyê hat vedan. Tê payîn ji bajar, navçe û gundên li derdorê bi sedan kes bên serdana vî konî.
Li aliyê din hat ragihandin, malbatê hê cenazeyê Egîd Kahraman wernegirtiye. Xizmekî Ûlûgana ku li morga Nexweşxaneya Amedê ji bo teşxîsê cenazeyên gerîlayan dît, ji ANF'ê re axivî û got, "Tiştên gelekî hov û tirsnak anîne serê cenazeyan."
Di operasyona artêşa Tirk a ji bo tinekirinê di navbera 18-30'ê Hezîranê de 29 leşker hatibûn kuştin. Vedat Ûlûgana jî di nav de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, operasyona bi zêdeyî 10 hezar leşker, çekên giran û balafirên şer hat meşandin, bê encam ma ye.