Ji beriya Newrozê oparasyonên qirkirina siyasî bilez bû
Bi fermana AKP-Qesrê oparasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin.
Bi fermana AKP-Qesrê oparasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin.
Bi fermana hikûmeta AKP'ê û fermana Wezareta Karên hundir li gel ku pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin jî li gelek cihan agirê Newrozê hate pêxistin. Ji bo pêşîlêgirtina pîrozbahiyan û çewisandina gelan her roj operasyonên binçavkirinê pêk tên. Îro jî li gelek navendan operasyonên binçavkirinê pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin.
STENBOL
Li Stenbolê beriya Newrozê operasyonên qirkirina siyasî berdewam dike. Li navçeya Bagcilarê di serî de di encama serdegirtinên malan de 7 jê zarok 27 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin emniyetê.
EDENE
Polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de bi hinceta der barê wan de îxbar heye piraniya wan zarok 17 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
MANÎSA
Di serdegirtinên malan û avahiya HDP'ê ya Manîsayê de di 16'ê Adarê Hevserokên HDP'ê ya Manîsayê jî di nav de 12 kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Hevserokên HDP'ê ya Manîsayê Saît Tayci û Hatîce Aslan, Hevserokê HDP'ê ya Yunus Emreyê Yildirim Polat, Hevserokê HDP'ê yê Şehzadeler Samî Bîlgîr, rêveberê bajar ê HDP'ê Yuksel Budak, Mahîr Baran, M, Şahîr Bayrakay, Asim Yuksel Hevserokê HDP'ê yê Manîsayê Yê berê Kerem Taylan û Abîdîn Başboga hatin girtin û 2 kes jî hatin berdan.
Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T û E yên Manîsayê.
MÊRDÎN
Li navçeya Kerboranê ya 19 rojan rêveberiya awarte hat îlankirin jî hêzên dewletê li taxên Saray, Safa û Bahçebaşi bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Wekîlê Şaredar Mahmut Kiliç, Hevserokê DBP'a Kerboranê Abdurrahman Arslan û birayên wî Haznî Arslan, Hakki Arslan, Îlyas Arslan û Omer Gezer (18) hatin binçavkirin.
SÎLOPİYA
Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê ku 37 welatî hatin qetilkirin û 36 rojan rastî êrîşên dewletê hatin polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de rêveberê DBP'ê Musa Çetîn Xebatkarê Şaredariya Sîlopyayê Siyajin Buruntekin binçav kirin. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de alav û amûrên xaniyan tev li hev kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Sîlopyayê.