Ji ber pevçûnê rêya Wan-Colemêrgê hate girtin

Ji ber pevçûnê rêya Wan-Colemêrgê hate girtin

Li ser rêya herêma di navbera Pira Nû ya noqta leşkerî ya lêgerînê û Pira Gençlikê ya Colemêrg-Wanê de teqemeniya ku li ser rê hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de hêjmara birîndaran nehate zanîn, lê belê hate dîtin ku, leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. Hate ragihandin ku, piştî teqînê li herêmê liv û tevgera hewayî dest pê kir.

Piştî teqînê, rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê li trafîkê hat girtin, li herêmê operasyon hate destpêkirin, li dijî leşkerên derketibûn operasyonê çalakî pêk hat. Hat zanîn operasyonên li herêmê berdewam dikin.