‘Ji ber gulebarana leşkeran daristan şewitî’

Şaredarê Xozatê Celaddîn Polat, anî ziman, gundiyên Dêrsimî diyar kirine ku leşker bûne sedema derketina şewata li herêma daristanî.

Şaredarê Xozatê Celaddîn Polat anî ziman, gundiyên Dêrsimî diyar kirine ku leşker bûne sedema derketina şewata li herêma daristanî.

Şewata daristanê ya 22’ê Tîrmehê li qada Yenîbaş a herêma Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê derket hê jî berdewam dike. Şaredarê  Xozatê Celaddîn Polat got, “Em li gel gundiyên Dêrsimî axivîn sedema şewata li herêma daristanê gulebarana leşkeran a ji helîkopteran e.”

Şaredarê Xozatê Celaddîn Polat da xuyakirin ku şewata li herêma daristanî ne tenê li cihekî li gelek cihan didome û got; “Jixwe diyar e em dibînin. Hatiye gulebarankirin û li wê herêmê şewat derketiye. Der barê mijarê de me bi qereqolê re hevdîtin pêk anî û me mijar ji wan pirs kir. Me ji gundiyan jî pirs kir û li gorî agahiyên gundiyan dan, ji helîkopteran ew herêm hatine gulebarankirin. Rayedarên qereqolê jî vê agahiyê qebûl nakin û red dikin. Agahiya gulebaran ji qereqolê hatiye kirin didin me. Rayedarên qereqolê dibêjin pêşî em hatine gulebarankirin û piştre me jî bersiv daye û li dû wê jî şewat derketiye. Li herêma daristanî şewat her ku diçe mezintir dibe, niha ba nîne eger ba heba wê şewat gihiştiba gundên me. Em nikarin bi wesayîtên xwe bikevin herêma daristanî. Tenê helîkopter dikarin şewatê bitemirînin.”

‘LI 3 HERÊMAN ŞEWAT DI BIN KONTROLÊ DE YE ’

Heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Alîkarê Hevşaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasûn, Meclîsa Ekolojî ya Dêrsimê û gel pêk tê dan diyarkirin ku xebatên temirandina şewata li herêma daristanî berdewam dikin û diyar kirin ku li 3 herêman şewat di bin kontrolê de ye.

...