Ji ber êrîşa bi tankan li Kerboranê 3 mal dişewitin!

Li Kerboranê, berxwedana gel a li dijî "qedexeya derketina derve" dewam dike. Îro jî li taxa Sefayê, ji ber êrîşa bi tankan agir bi 3 malan ket.

Li Kerboranê, berxwedana gel a li dijî "qedexeya derketina derve" dewam dike. Îro jî li taxa Sefayê, ji ber êrîşa bi tankan agir bi 3 malan ket. Polîs û leşkerên Tirk nahêlin arkuj şewatê vemirînin.

Li Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk ku bi hezaran leşker û tîmên xwe yên taybet dike, dewam dikin. Dewleta Tirk her wiha bi tankan êrîşî gel dike. Topên li taxa Sefa li 3 malan ketin, rê li ber şewatê vekirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li ser mijarê axivî û diyar kir ku ew ê sibê ji Nisêbînê bimeşin Kerboranê. Aslan bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, komên ji bawerî û etnîkên cuda kir, ku bibin yek û li hemberî komkujiyan dengê xwe bilind bikin.