Piştî pevçûna 19’ê hezîranê ya Colemêrgê, peyamên ku siyasetmedaran û weşanên provaktîf yên çapemeniya Tirk‘ zarokên baş’ xistin nava tevgerê. Nameyek tehdîdê û 3 gulleyên vala li ber avahiya BDP’ê ya navçeya Elcewaza Bedlîsê hate danîn.
Serokê navçeya Elcewaz a Seymus Çinar da zanîn ku roja çarşemê dema deriyê partiyê vedike, li ber zefrek dîtiye û çûye cem polîs. Zerfa kul i Midûriyeta Polîsan a Elcewazê hate vekirin de wiha dihat gotin: “Ez Dawudê Reş. Welat nayê parçekirin, Şehîd namirin. Tolhildan.” Her wiha 3 qalikên vala hate dîtin. Li ser vê yekê Çinar gilî kir û piştî îfadeya dozgeriyê, bi dawaza dozê vebike serî li dadgehê da.”
Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û wiha got: “ Fatureya mirinên ku ji şer diqewimin, li BDP’ê tê birîn. Em vê bûyerê şermezar dikin.”
Zenderlîoglu da zanî ku li şûna hikûmet û serokwezîr daxuyaniyê şer gurtir bike, divê rêbazeke çarerseriyê ya mayînde bibîne. Zenderlîoglu wiha got: “Hewldanên gurkirina şer didome. li ser encam şerê ku tê gurkirin, hin hêzên diyarkirî dikevin nava hewldanû provakasyonan. Li ser kurdan zextan dikin û şîdetê pêk tînin. Ev buyera l Elcewazê pêk hatiye nîşaneya wê ye. Ji bo aştiyê divê pêngav bê avêtin. Ger ev neyê kirin em dê tenê encamên şer biaxivin.”
Serokê BDP navendî ya Bedlîsê Orhan Bezîrganoglu jî wiha daxuyanî da û divê li ser vê tehdîra li Elcewazê bi taybetî bê sekinandin û wiha got: “Ev gefên wisa dê pêşî li xebatên me partiyên negire.Li hemberî partiya me pêkûtiyên derveyî hiqûqê tên meşandin. Bi tirs û gefan hewl didin xebatên me bipê bikin. Em dê bi biryareke mezin xebatên xwe bidomînin.Ev van êrîşên wisa şermezar dikin.”