Ji Başûrê Kurdistanê bi du şîrketên Koreyê re peymana enerjiyê

Ji Başûrê Kurdistanê bi du şîrketên Koreyê re peymana enerjiyê

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo ku du santralên enerjiyê li herêmê bê avakirin û ji bo lêgerîna petrolê bike bi du şîrketên Koreyê re peyman îmze kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hukûmeta Başûrê Kurdistanê ve hatiye dayîn de tê gotin ku Şîrketa avahî û endezyariyê ya Posco ya Koreya Başûr li hemberî 700 mîlyon dolarî dê li Hewlêrê santraleke enerjiyê ya 300 megawatt û li Silêmaniyê jî trafoyeke 400 kîlovolt ava bike. Şîrket dê satrala Hewlêrê di navbera 3-6 mehan de û trafoya Silêmaniyê jî di 8 mehan de biqedîne.

Peymana duyemîn ya ku bi şîrketa Petrolê ya Netewî ya Koreyê re hatiye îmzekirin jî dê peymana di 2008’an de hatiye îmzekirin jî berfireh bike. Li gorî peymana nû hatiye îmzekirin şîrket dê li 8 cihên cuda xebatên lêgerîna petrolê bide destpêkirin.

Her du şîrket jî peymanên wan bi hukûmeta navendî ya Iraqê re tune.

Wekê tê zanîn hukûmeta Iraqê peymanên îradeya Başûrê Kurdistanê ya bi şîreketên biyanî re wekî derveyî qanûnê îlan kiribû. Ji ber vê jî Bexda şîrketên ku tevlî van peymanan dibin ji îhaleyên petrol û enerjiyê bê par dihêle.